Li Qamişloyê çalakiya şermezarkirinê ya xwendekaran dewam dike 2026-09-13 14:28:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên ji Girkê Legê û Rimêlanê 6 roj in naçin dibistanê û bi biryar in ku perwerdeya xwe bi Kurdî dewam bikin.   Li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Şamê xwendekarên bajarê Girkê Legê, bajarokê Rimêlan û gundên girêdayî Girkê Legê ev 6 roj e naçin dibistanê.   Xwendekar qebûl nakin ku derbasî dibistanê bibin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.   Li parêzgeha Hesekê çalakî û xwepêşandanên xwendekaran ji bo zimanê Kurdî 6'ê Îlonê destpê kir û heta niha dewam dike. Xwendekar di çalakî û xwepêşandanên xwe de tînin ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayikê xwendina xwe dewam bikin.