'Bêdengkirina çekan girîng e lê ji bo aştiyê ne têrker e' 2026-09-15 09:02:03   Melîke Aydin   STENBOL -Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku her gaveke ji bo aştiyê tê avêtin bi qîmet e, anî ziman ku herçend bêdengkirina çekan girîng be jî ev yek bi serê xwe têrê nake; divê pêvajo bi demokrasi, edalet, azadî û hemwelatiya wekhev were xurtkirin.   Deklerasyona "1001 Îmze ji bo Aştî û Komara Demokratîk " ku bi pêşengiya jin, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, karker û ciwanan ji bo tevkariya li têkoşîna aştiyê, hemwelatiya wekhev û çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê hatibû amadekiri, di 12'ê Îlonê de li Navenda Çand û Hunerê ya Eyup Sultan ji raya giştî re hat ragihandin. Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı ku yek ji îmzekeran e, nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.   ‘Her gaveke ji bo aştiyê tê avêtin bi qîmet e’   Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir  ku têkoşîna ji bo aştiyê û her gaveke di wê rêyê de tê avêtin xwedî girîngiyeke dîrokî ne û anî ziman k ku tevî kêmasiyên di pêvajoyê de, xwedîderketina civakê ya li vê pêvajoyê bingeha herî girîng pêk tîne. Şebnem Korur Fîncanci wiha got: "Bi gotineke din, her çalakî û her gaveke ji bo aştiyê tê avêtin, bêhempa bi qîmet e. Herçend kêmasî an zehmetiyên wê hebin jî, ez bawer dikim ku tenê ew rastiya ku mirov vê yekê fêm dikin, bi serê xwe têrê dike. Wekî mînak, li wan amarên ku ji aliyê PKK'ê ve hatine ragihandin û rapora sala 2025'an a Komeleya Mafên Mirovan a derbarê kesên di pevçûnên çekdarî de hatine kuştin an jî jiyana xwe ji dest dane, divê bê nêrtin. Yek ji wan ne mirovên temen mezin bûn, ango kesên ku jiyana xwe bi temamî derbas kirine û mirina wan ji bo van axan  windahiyeke mezin bû. ji ber ku ew ciwan bûn. Pêşeroja wela bûn û jiyana xwe ji dest didan. Ji ber vê yekê, bêçekkirin, an jî tenê bêdengkirina çekan, di vê demê de gaveke girîng e."   ‘Gelek mijarên ji bo nîqaşkirinê hene, lê nebûna mirinê bi qîmet e’   Şebnem Korur Fîncanci bal kişand ser wê yekê ku mijarên wekî demokrasî, edalet, azadî û hemwelatiya wekhev hêj li ser maseya danûstandinan jî cih negirtine û got: “Bêguman, gelek mijar hene ku divê werin nîqaşkirin. Yanî, demokrasî, edalet, azadî... ne wisa? Hêj di warê tu yek ji van de tu guhertin çênebûne. Têgeha hemwelatiya wekhev jî nayê nîqaşkirin. Gelek nîqaş li ser peyva ‘teror’ê tên kirin. Lê em van ji bo demekê bidin aliyekî; nebûna mirinê bi qîmet e.”   ‘Ji bo jiyanek xweş a mirovan pêdivî bi demokrasî û azadiyê heye’   Şebnem Korur Fîncanci anî ziman ku wê wekî bijîşk her tim helwesteke li aliyê jiyanê girtiye û anî ziman ku ji bo avakirina jiyaneke xweş a civakî û siyasî, veguhertina demokratîk pêwîstiyeke bingehîn e. Şebnem Korur Fîncanci got: “Berî her tiştî, ez bijîşk im. Lewma, min her tim helwesteke li aliyê jiyanê girtiye. Rewşeke bêşer a ku piştgiriyê dide jiyanê, bi serê xwe ji bo min gelek bi qîmet e. Lê bêguman, ji bo jiyaneke xweş a mirovan pêdiviya me bi têgehên din jî heye. Divê têgehên wekî demokrasî û azadiyê jî bibin beşek ji vê pêvajoya giştî. Ango vê veguhertinê da ku jiyaneke xweş a mirovan were parastin.”    ‘Başbûna me ya siyasî jî kêm e’   Şebnem Korur Fîncanci, got ku tayînkirina qeyûman li şûna rayedarên hilbijartî hesta nebûna demokrasiyê di bîra kolektîf de kûrtir kiriye, wiha anî ziman: “Dema em behsa ‘başbûnê’ dikin, ji ber ku em behsa başbûna civakî jî dikin, rastî ew e ku,ji bilî wê başbûna civakî, başbûna me ya siyasî jî kêm e. Bi salan, belkî bi dehsalan e, tayînkirina qeyûman li şûna rayedarên hilbijartî, bi rastî welatî ji wan dengan bêpar hiştine ku wan bi îradeya xwe ya azad dabûn. Hemû tevgerên siyasî yên muxalif vê yekê dijîn. Îro 46'emîn salvegera derbeya 12'ê Îlona 1980'yî ye. Wê demê jî, me hewl da ku dengê xwe li Tirkiyeyeke bêdemokrasî  di nava wan qeyûman de bidin bihîstin. Dayikên me bûn ku yekem car derketin kolanan û wan di damezrandina Komeleya Mafên Mirovan (İHD) de roleke gelek girîng lîstin.”   ‘Zimanê zikmakî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwîstiyeke bingehîn e’   Şebnem Korur Fîncanci, bi  gotinê ku divê pirsgirêka Kurd ne tenê di çarçoveya pevçûn û kuştinê de, lê di çarçoveya berfirehtir a maf û başbûnê de were nirxandin û wiha berdewam kir: “Di dema Covidê de, me dît ku li deverên ku zimanê Tirkî ne zimanê sereke bû, mînak wekî Rihayê ku lê Erebî bi berfirehî tê axaftin,  rêjeyên derzîlêdanê gelek kêm bûn. Dema me broşurên pirzimanî amade kirin, me wergera Erebî jî tê de bi cih kir; me dît ku gava broşurên Erebî peyda bûn, mirov bi rastî dest bi hatina ji bo derzîlêdanê kirin. Sedem ew bû ku fêm nekiribûn; wan têdigihîştina ku çi diqewime, bi dest nexistibûn. Ji ber vê yekê, xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî, perwerdeya bi zimanê zikmakî û têgeha hemwelatiya wekhev ji bo me hemûyan pêwîstiyên bingehîn in. Belê, ev yek ji bo Kurdan pir girîng e, ji ber ku di demên dawî de ew bûn yên ku rastî zext, zilm û windahiyên canî yên herî giran hatin; lê belê, ev yek ji bo hemû gelan girîng e. Ev ax ji hêla mafan ve dewlemend e.”   ‘Mafê hêviyê heqê her kesî ye’   Şebnem Korur Fincancı bal kişand ser rewşa girtiyên ku ev sî sal in girtî ne û paşxistina berdana wan ji aliyê lijneyên îdarî û çavdêriyê ve û wiha got: “Binêrin, mirovên ku 30 sal in di girtîgehê de ne, ji ber ku cezayên wan tên dirêjkirin û berdana wan ji aliyê van lijneyên îdarî û çavdêriyê ve tê paşxistin, girtî tên hiştin. Ev rewş carinan bi rêya dozgeran û carinan jî bi rêya lijneyên îdarî û çavdêriyê derdikeve holê. Bêguman, dibe ku kesên di têkoşînê de cih digirin, werin cezakirin bi cezayê girtîgehê yê muebetê yê girankirî ango tê payîn ku ew heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimînin. Lê divê em mafê van kesan ê dîtina cîhanê ji pencereya azadiyê ve berî mirina wan, ji bîr nekin. Ev mafê her kesî ye. Ji ber vê yekê, bila em ji bîr nekin ku ‘mafê hêviyê’ jî beşek ji vê tabloya giştî ye.”    Şebnem Korur Fincancı bal kişand ser pêwîstiya girtina helwesteke li aliyê mirovahî û jiyanê, û her wiha azadkirina jiyanê bi xwe.     ‘