Belgefîlma ‘Çavê Çavdêr’ xelat wergirt 2026-09-16 12:14:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma  bi navê ‘Çavê Çavdêr’ di 14’emîn Mîhrîcana Navdewletî ya Meksîkayê de xelat wergirt. Naveroka belgefîl li ser jiyana jinek di xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de çavên wê hatine korkirin.   Li gor daxuyaniya 14’emîn Mîhrîcana Navdewletî ya ‘Li dijî bêdengiyê, hemû deng’ a Meksîkayê, belgefîlma bi navê ‘Çavê Çavdêr’ xelat wergirt.   Li gor daxuyaniyê, mîhrîcanê ev belgefîlm di beşa ‘sinor, koç û penaberiyê’ de wek filmê dirêj hilbijartiye. Senaryoya film ji aliyê Ebas Xezalî li Îspanyayê hatiye amadekirin û ji aliyê kompanya ESCAC Films ve hatiye kişandin. Belgefîlm 28 deqe ye û bi zimanên Farisî û Îspanyolî hatiye çêkirin.   Şanogera bi navê Kewser Îftixarî di dema serhildanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de di encama gulebarana rasterast ya îstixbarata Îranê de ji çavê xwe birîndar bû û çavekî wê kor bû. Belgefîlma hatî çêkirin li ser jiyana Îftixarî ya piştî vê bûyerê hatiye çêkirin. Ka gelo wê biryar bide li şûna çavê hatî korkirinçavek destkird bi kar bîne ji bo sîmayê wê wek berê lêbê, yan jî wê jiyana xwe li gel wê birîna ku bûye beşek ji nasnameya nerazîbûnan berdewam bike.   Kewser Îftixarî piştî birîndarbûnê, bûye yek ji ruxsarên herî naskirî ya wan kesên di dema nerazîbûnan de çavên wan hatine korkirin an jî zerar dîtine.