Dîlokê jinek hat qetilkirin 2026-09-20 17:31:22   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Dîlokê mêrê bi navê Harun K. jina bi navê Merv K. ya pê re zewicandî qetil kir û 3 jê zarok 4 kes jî birîndar kir.   Li navçeya Şahînbey a Dîlokê mêrê bi navê Harun K. jina bi navê Merve K. ku  pê re zewicandibû bû qetil kir. Gumanbar piştre derket holê û raste rast gule reşand. Di encamê de 3 jê zarok 4 kes birîndar kir. Piştî kesên derdorê agahî dan ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.   Ekîbên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Merve K. jiyana xwe ji dest daye û çar birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.   Gumanbar Harun K. hat binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.