Dayê ez diçim… 2026-09-26 09:06:06   Melek Avci   ENQERE - Raziye Ay ku navê xwe ‘Newroz’ yê li nasnameya wê nehat nivîsîn seranserê jiyana xwe wek parçeyek nasnameya xwe hewand, li girtîgeh, qadên azadiyê û zanîngehê tu carê dest ji lêgerîna heqîqetê berneda. Dayika Raziye Ay, Hatîce Ay wiha got: “Kezeba min şewitî, ji ber ew zaroka min bû, lê ez serbilind im, dilê min rehet e.”   Raziye Ay (Îsyan Ferman Şengal) an jî bi navê din Newroz li gundê Huseynikê yê Licê ya Amedê hat dinê. Malbat navê Newrozê lê dike lê nifûs navê Newroz qebûl nakin û qeyd nakin. Tevî vê malbatê her tim bi navê Newroz gazî kirinê.   Raziye Ay di temenê biçûk de zextan dibîne û ji ber şewitandina gundan malbata wê koçî Enqereyê dike. Raziye Ay li dijî zext û zordariyên li ser gelê Kurd kesayetek xurt ava dike. Wek dayika wê Hatîce Ay jî dibêje, piştî jiyana perwerdehiyeke serkeftî di 2010’an de Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê qezenc dike.   Parêzname, felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dixwîne û analîz dike. Di 2012’an de tê girtin. Piştî tê berdan têkoşîna hevala xwe Emel Çetîn (Jiyan Şengal) dişopîne û di 2014’an de tevli qadên azadiyê dibe. Navê ‘Serhildan Ferman Şengal’ digire. Demekê ku xebatên ciwanan dimeşîne û piştre tevli xebatên çapemeniyê dibe.   Hevala wê Emel Çetîn (Jiyan Şengal) di 2016’an de di berxwedanê Cizîrê de jiyana xwe ji dest dide û bandorek mezin li ser dike. Raziye Ay (Îsyan Ferman Şengal) jî di 20’ê Sibata 2020’yan de li herêma Garê dema peywirê jiyana xwe ji dest da.   Bi 9 zarokan re koçberî   Dayika wê Hatîce Ay ku tevli bîranînên li Amedê bû, diyar kir ku dema li Licê bûn gerîlayên azadiyê diçûn mala wê û Raziye Ay jî ew gelek carî dîtine. Hatîce Ay wiha got: “Di 1994’an de, di rojekê de 25 gund hatin şewitandin yek ji van gundê me bû. Hemû gundî ligel dibistanê kom kirin. Ji gund jî duman bilind dibû. Sê rojan gund şewitî. Em hatin Amedê. Piştre em çûn Enqereyê. Me kes nas nedikir. Kar tunebû. 9 zarokên min hebûn. Newroz wê demê 4 salî bû. Kurên min simît difrotin. Me tirkî nizanibû. 32 sal in li Enqereyê me. Dema hatim 40 salî bûm. Me gelek êş, îşkence dîtin. Birayê min îşkenceya giran dît. Birin daristanê îşkence lê kirin.”   Got ‘dayê ez diçim’     Hatîce Ay wiha dirêjî dayê: “Me li wir jiyanek ji xwe re ava kir. Newroz 7 salî dest bi dibistanê kir. Min tirkî nizanibû. Em diçûn partiyê dihatin. Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Ez tevli bûm. Keçên min dest bi zanîngehê kirin. Kurê min yê mezin wefat kir. Raziye çû zanîngehê. Du salan zanîngeh xwend. Hat girtin. 2 sal û 2 mehan girtî ma. Rojekê hat malê got dayê ‘ez diçim’. Got ‘hevalên min ji malbata xwe re negotin lê ez ji bo xatirê te dibêjim. Tu dayik î kezeba te dişewite ez dizanim.’ Min jî got ‘efer im keça min’. Destê min maçî kir, min hembêz kir, ez pê re çûm Amedê. Min ew oxir kir. Salek şûnde telefon kir. Min dengê wê bihîst. Piştre 11 salan min agahî jê negirt. Heta ku şehadeta wê hat. Wek hevalê wê jî digot, Raziye pir jîr bû. Welatparêz bû. Beriya bikeve girtîgehê di rûniştinê de destê xwe rakir û  got ‘Dê û bavê me hîna nikarin navê me yê rast binivîsin. Navê min Newroz e lê Raziye nivîsandine. Ev edalet e? Em dixwazin xanî kirê bikin, lê xanî nadin me. Ev edalet e?’ Keça min xatir ji me hemûyan xwest û çû. Min destê xwe da pişta wê û got ‘hadê keça min riya te vekiribî be’."     ‘Yekane daxwaza me nasname û zimanê me bû’   Hatîce Ay wiha dawî lê anî: “Kezeba me şewitî. Keça min bû. Ez pê serbilind im. Dilê min ne rehet e. 20 hezar şehîd zarokên me hemûyan e. Ji bo hemûyan dilê min dişewite. Ji bo leşkeran jî em xemgîn dibin. Bi salan me zilm dît. Yekane daxwaza me ziman û nasnameya me bû. Bila zimanê me nasnameya me bidin me. Em ê daxwazên xwe her tim bînin ziman û ligel hev aştiyê bijîn.”