KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e 2026-10-08 10:54:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jîngehê ya KNK'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi talankirina xwezayê re peymanên navneteweyî binpê dike û ji bo gaveke lezgîn û cidî bang kir.   Komîsyona Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî, gelê nîştimanperwer ê Kurdistanê û jîngehparêzan, hişyariyeke tund li ser wêrankariya jîngehî ya tirsnak ku ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê tê birêvebirin, da.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk ne tenê ji bo serwet û saman sînor derbas kirine, belki bi armanc girtina daristanan, birîn û şewitandina berdewam a daran û têkdana ekolojiya Kurdistanê, hewldaneke sîstematîk ji bo jenosîda jîngehî û rûxandina nasnameya xwezayî ya herêmê dide.   KNK’ê destnîşan kir ku ev sûcên jîngehî binpêkirineke eşkere ya hemû peyman û pîvanên navdewletî ye û pêdivî bi helwesteke cidî û lezgîn heye.   Di dawiya daxuyaniyê de, Komîsyona Jîngehê ya KNK’ê bangewaziyeke ji pênc xalan pêşkêşî raya giştî û aliyên peywendîdar kir û daxwaz kir ku her kes xwedî li jîngeha Kurdistanê derkeve:   "* Em bang li gelê welatparêz ê Kurdistanê û dostên jîngehê dikin ku li her devera lê bin, dengê nerazîbûna xwe li dijî van sûc û wêrankariyên jîngehî bilind bikin û xwedî li xwezaya Kurdistanê derkevin.   * Em daxwaz ji rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û parastina jîngehê dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û lêkolîneke lezgîn li ser wan sûcên jîngehî bikin ku li herêmên sînorî û deverên Kurdistanê tên kirin.   * Em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî dikin ku xwedî helwesteke niştîmanî û zelal bin li hemberî vê dagirkerî û talankariya jîngehî û li hemberî tunekirina keskatiyê û xwezaya welat nebin hevkar an jî bêdeng.   * Pêwîste dezgehên ragihandinê û rojnamevan zêdetir bale bikişînn ser dosyeya jenosîda jîngehî ya li Kurdistanê û sûcên şewitandin û birîna daran bi cîhanê bidin naskirin.   * Parastina daristan û jîngeha Kurdistanê erkeke exlaqî û nîştimanî ya her takekesekî ye, ji ber wê divê bi her awayî û bi rêya çalakiyên medenî rê li pêşiya vê têkdana sîstematîk bê girtin."