Li Wanê li dijî komployê meş: Bijî berxwedana Îmraliyê 2026-10-09 15:51:00   WAN – Li Wanê li dij 28'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama “Azadiya Rêber Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet pêwistiyeke dîrokî ye” hat dayîn.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş ji pişta Van AVMê dest pê kir û li Qada Bajar bi dawî bû. Di meşê de pankarta “Li dijî hişmendiya komployê, ji bo Rêber Apo azadî, bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin” hate vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Alî Ataman metna daxuyaniya hevpar xwend.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê careke din ji Wanê lanet dikin û yên li hemberî wê li ber xwe didin silav dikin. Ev komplo di şahsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di heman demê de li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd hate kirin. Lê belê li hemberî îrade û pêşbîniya ku Birêz Ocalan ava kirî, ew komplo têk çû. Silav ji Birêz Ocalan re be ku ev berxwedan pêk anî.”   Dû re  metna daxuyaniyê ya hevpar hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Bi komploya navnetewî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpêkir, tenê derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê hedef nehat girtin. Bi vê komployê ve hewldan darbe li îradeya azadiyê ya gelê kurd û hêviyên çareseriya demokratîk bixin. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hebûna gelê Kurd, têkoşîna azadiyê û hêviyên Rojhilata Navîn a demokratîk hedef hatin girtin. Siyaseta tasfiyekirinê ya ku bi vê dîrokê ve destpêkir, bi komploya 15’ê Sibatê ve xwe nû kir û bi rê û rêbazan giran ve heya îro dewam kir. Lê, Rêber Ocalan tu caran li hember van hewldanan serî netewand û bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê tevî armancên komployê yek bi yek vala derxist.   Di vê pêvajoyê de Rêber Ocalan bi sekna ku meaşand, li hember hewldanên tasfîyekirinê, îradeya çareseriyê pêş xist. Bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku pêş xist ve, ne tene pirsgirêka Kurd, ji bo qeyranên Rojhilata Navîn jî nexşerêya aştî, çareserî û demokrasiyê li ser esasên îradeya gelan, afirand.   Bi pêşengtiya Rêber Ocalan, îradeya ku hêzên komploger dixwestin tafiye bikin, îro bêhtir bi hêz bûye. Fikr û ramanên ku dixwestin bêdeng bihêlin îro gihiştiye mîlyonan kesan. Hêviyên aştiyê yên ku dixwestin tune bikin jî îro bûye daxwaza hevpar a tevî gelan.   Israra çareseriya demokratîk a ku Rêber Ocalan bi salane dimeşîne, nîşaneya herî şênber a vala derxistina komployê ye. Dîrok car din nîşan da ku; îradeya demokrasi û azadiyê ya gelan, bi tu polîtîkayên tecrîdê, bi tu komoloyan ji holê ranabe.   Gelê Kurd bi sed salane, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bedelên giran da û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê anî vê qonaxê. Bi vê hêza dîrokî ve deriye pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vekir.   Rêber Ocalan, li ser esasên pêwendî û heqîqeta dîrokî ya Tirk û Kurdan, daxwaza demokratîkbûyîna Tirkiyê û pergaleke demokratîk û hiqûqî dike. Rêya vê yekê jî vekirî ye; gava herî sereke ya vê rêy jî di şert û mercên guncav de azadiya Rêber Ocalan e. Li gel vê gavê divê li ser esasên makezagonî nasnameya gelê Kurd bê naskirin. Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk û hiqûqî bê çareserkirin. Divê tevî astengiyê li pêşiya pirsgirêka Kurd yek bi yek bên rakirin.    Azadiya Rêber Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet pêwistiyeke dîrokî ye. Heya ku Rêber Ocalan ê ku ev 28 sal in dîl tê girtin, azad nebe, pêşketina pêvajoyê jî, sazkirina aştiyê jî ne mumkun e!   Ji ber vê yeke; daxwaza azadiya Rêber Ocalan divê bibe daxwaza hevpar a tevî hêzên demokratîk û gelên Tirkiyê. Azadiya gelê Kurd bi azadiya gelên Tirkiyê ve, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi demokratîkbûyîna Tirkiyê ve girêdayî ye. Sazkirina aştiyê; bi pêşxistina nirxên wekhevî, edalet, hiqûq û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Li ser vê esasê ji bo azadiya Rêber Ocalan, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û ji bo pêşerojeke azad û wekhev têkoşîna me wê her tim bidome.”    Çalakî piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.