Sozê ji dayikekê re hat dayîn, lêgerîna bi salan û hevdîtina yekem 2026-10-13 09:03:18   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Piştî lêgerîneke bîst salî, birayê mezin û keçxaltiya Cihan Zilanê gora wê dîtin, bi vî awayî birayê wê soza ku dabû dayika xwe bi cih anî û piştî van hemû salan kevirê ser gorê dîtin.   Goristana "Şehîdgeha Cûma Bilîkî û Binevş Edessa"ku gorên endamên PKK’ê tê de bûn û li gundê Sipîndarokê yê Çiyayê Cûdiyê li Şirnexê cih digirt, di sala 2015’an de bi bombebaranê hat wêrankirin. Tevî derbasbûna salan, serdanên ji bo goristanê bi hinceta ku ew "herêma ewlehiya leşkerî" ye, hatin astengkirin. Hatice Erbaga ya bi nasnavê ( Cihan Zilan), ku li wir hatibû veşartin, di 31’ê Adara 2006’an de di pevçûnekê de li Çiyayê Cûdiyê jiyana xwe ji dest dabû. Birayê wê yê mezin Faysal Erbaga ku ev 20  sal bûn li gora wê digeriya û hevjîna wî Bilmez Erbaga, kevirê ser gorê di dîmenên ku berê ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hatibûn kişandin de dîtin. Li ser vê malbat ji Bûrsayê kete rê û hat goristanê.   Cîhan Zîlan di sala 1999’an de ji bajarê xwe Wanê tevlî refên PKK’ê bû. Piştî heft salan, di pevçûnekê de li Çiyayê Cûdiyê jiyana xwe ji dest da. Herçend malbata wê bi nûçeya şehadeta wê agahdar bû jî lê heta bîst salan nikarîbûn cihê gora wî bibînin. Paşê, piştî ku malbatekê serdana goristana "Şehîdgeha Cûma Bilîkî û Binevş Edessa" kir û dîmenên wan ên xwendina nivîsa li ser kevirê gora Cihan Zilan hatin weşandin, malbata wê bi hêviya dîtina gora wê ketin rê. Malbatê ji Bursayê berê xwe da Cizîrê, piştre çû Şirnexê û di dawiyê de ber bi Çiyayê Cûdiyê ve çû. Em jî di wê rêwîtiya wan a ku ji Cizîrê dest pê kiribû de, pê re bûn.   Di rê de, ew behsa wê lêgerînê dikin ku bi salan e didomînin. Gava em ber bi Çiyayê Cûdî ve diçin, kelecana malbatê li ser rûyên wan xuya dike. Piştî demekê, rê diqede û em bi peyatî berdewam dikin. Piştî rêwîtiyeke nêzîkî nîv saetê ku em tê de derbasî nav devereke daristanî û kevirî dibin, carinan ber bi jor û carinan jî ber bi jêr ve em digihîjin goristana "Şehîdgeha Cûma Bilîkî û Binevş Edessa". Bermayiyên parkê, darên fêkiyan û cihên nimêj û bêhnvedanê ku hemû beriya bombebarankirina goristanê hatibûn çêkirin,  hîn jî li wir in. Eşkere ye ku ev cih berê bi awayekî baş hatibû sêwirandin. Gava em ber bi jor ve diçin, em rastî nêzîkî sed goran tên ku piraniya wan bê nîşan û bê kevirên ser gorê ne; malbat bi kulîlkên sor di destên xwe de digihîje goristanê. Em kevirê ser gora Cîhan Zîlan dibînin; yek ji wan çend goran e ku nav li ser heye. Parçeyên kevir yên ku şikestine, perçe bûne û ji ber bandora baranê dest bi hilweşînê kirine, dîsa bi hev ve tên girêdan. Nav bi dengekî bilind tê xwendin. Dibe ku birayê mezin erkeke dawî ji bo xwişka xwe pêk tîne. Ew dibêje: "Ji bo me, her kesên ku li vir definkirî ne, wekhev ın." Bêguman, ne pêkan e ku mirov bi tamî bizanibe ka kîjan gor a Cîhan Zîlan e. Bi heman baldarî û hesasiyetê, guleke sor li ser her gorekê tê danîn.   Bilmez Erbaga ku hem hevjîna birayê Cihan Zilan e û hem jî keçxaltiya  wê ye derbarê keçxaltiya xwe têkoşîna wê û soza ku dabû dayika Cîhan Zîlan ji ajansa me re axivî.   ‘Piştî salan me kevirê gora wê dît’   Bilmez Erbaga bi silavkirina malbatên hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane axaftina dest pê kir û got: "Hatice hem keça xaltîka min û hem jî xwişka mêrê min bû." Wê diyar kir ku mêrê wê, Faysal Erbaga, gelekî li şopa xwişka xwe Cihan Zilan geriyaye, lê bi salan tu encameke erênî bi dest nexistine. Erbaga behsa wê yekê kir ku wan çawa di dîmenên malbateke ku ji Fransayê serdan dikir de kevirên goran dîtine û got: "Me bi rêya wan dîmenan kevirê gorawê dît. Dema me ew dît, em gelek bi kelecan bûn. Em ji bo serdana goristanê ketin rê û niha em li vir in."   ‘Xwedî helwesteke xurt bû’   Bilmez Erbaga, bi bîr xist ku tevî têkiliyeke wan a baş hebû jî ji ber ku li bajarên cuda dijiyan, wan tenê sê caran hev dîtibûn ü  got: “Gava em behsa hevalên ku tevlî refên gerîla bûne dikin, em behsa qehremaniya wan dikin. Heval Hatice bi rastî keseke wiha bû. Xwedî helwesteke xurt bû. Ji ber ku em li bajarên cuda dijiyan, min û Hatice tenê karîbû sê caran hev bibînin. Ew di sala 1999’an de tevlî refên gerîla bû û di sala 2006’an de şehîd ket. Em  gelek li pey wê geriyab, lê bi salan me ew nedît. Piştî dîtina dîmenan em hatin vir. Em gelek kêfxweş in ku em hatin vir û piştî ewqas salên lêgerînê me ew dît.”   ‘Me soz dabû dayika wê’   Bilmez Erbaga behsa wê yekê kir ku dayika Cihan Zîlan çiqasî ji keça xwe hez dikir û pê ve girêdayî bû, û wiha vegot: “Dayika wê gelek ji Hatice hez dikir. Dema ku hêj sax bû, her tim ji hevjînê min û min re digot ku ew hêvîdar e em ê rojekê gora Hatice bibînin û baweriya wê bi me dihat ku em ê vê yekê bikin. Me soz dabû wê. Me sond xwaribû ku çi dibe bila bibe, em ê rojekê gora Hatice bibînin, axê jê werbigirin û deynin ser gora dayika wê. Me dixwest em karibin bibêjin: ‘Me Hatice dît; me serdana gora wê kir.’ Xaltîka min beriya heşt salan koça dawî kir.”   ‘Ew ê her tim di dilê me de bin’   Bilmez Erbaga li hemberî êrîşên li ser goristanên ku gorên endamên PKK û YJA Starê lê ne, bertek nîşan da û got: “Em hemû vê yekê dibînin. Em dibînin ka bi awayekî hovane kevirên goran çawa tên şikandin û gor tên wêrankirin. Ew ditirsin, heta ji miriyên me jî ditirsin. Niha em nikarin bibêjin ka kîjan gor a kê ye. Lê çi dibe bila bibe, em ê li kêleka şehîdên xwe bisekinin. Ew ê her tim di dilê me de bin; şehîd nemir in.”   Wan ji goran ax hilda   Piştî serdana goran, Bilmez Erbaga ji her gorekê hinek ax kom kir da ku soza xwe ya ji bo xaltîka xwe dayika Cihan Zilan  bi cih bîne. Wê diyar kir ku ew ê vê axê li ser gora xaltîka xwe belav bike û jê re bibêje ku soz hatiye bicihanîn.   Piştî komkirina axê, em ketin rêya vegerê. Em şahidê hevdîtineke çend-saetî bûn; hevdîtinek ku piştî bîst salan pêk hatibû. Malbata Cihan Zîlan, piştî lêgerîneke bi salan, di dawiyê de gora wî dîtibû. Piştî wê hevdîtina çend-saetî, êdî dema veqetînê hatibû. Berî ku em biçin, birayê wî yê mezin Faysal Erbaga bi gotina "bi xatirê we" xatir ji hemû kesên li wir razayî xwest ü piştre, bi xatirxwestineke bêdeng, em ji cihê bûyerê derketin û rêya dirêj a vegerê girtin ber xwe.