Keda ku ji nava rez heta ser sifreyê dirêj dibe 2026-10-13 09:05:15   Evîn Çîftçî   RIHA - Aynzeliha Çetintaş, ya ku li Hewagê bi nêzîkbûna zivistanê re ji tiriyê rezê xwe dims û bastîqê hildiberîne got: "Em ji wê dimsa ku çêdikin tu kare bi dest naxin, em tenê hewl didin ku çanda xwe ji zarokên xwe re ragihînin."   Jinên li Rihayê dest bi amadekariyên zivistanê kirine û ji tiriyên ku li  reze xwe, berhemên wekî dims û bastîqê çêdikin. Ev jinên ku di heman demê de  pêdiviyên xwe yên zivistanê amade dikin, bi rêya hilberînê beşdarî  budçeya malbata xwe jî dibin û ruhê hevgirtinê geş dikin.   Aynzelîha Çetîntaş, ya ku li navçeya Hewagê ya Rihayê  ji tiriyê li rezê xwe berhemên wekî dims û bastîqê çêdike, behsa pêvajoya çêkirnê kir.   Dims çawa tê çêkirin?   Aynzelîha Çetintaş, diyar kir ku ew tirî ji nava rez kom dikin û wiha got: "Duh em çûn nav rez û me tirî kom kir. Me hişt ku tirî heta sibehê bimîne û bêhnê vede. Em zû rabûn me tiriyê xwe eçiqand û me dest bi çêkirina şîreyê kir. Ji bo çêkirina dimsê, em axeke taybet a bi navê 'axa dimsê’ bera nava şîreya ku ji tirî hatiye derxistin  didin. Paşê, em şireya xwe diparzinin û dikin nav qazaneke mezin. Dema ku dikele, em giyayekî bi navê 'Giyayê Dimsê' tevlî dikin da ku pêşi li serçûna wê bigirin. Di dawiyê de, em dimsa xwe sar dikin û hiltînin. Bi vî awayî pêvajo temam dibe."   Aynzelîha Çetintaş, bi destnîşankirina ku ew vê kevneşopiyê zindî dihêlin, berdewam kir ü got: "Em çêkirina şîreyê ji kal û pîrên xwe fêr bûn. Em ê hewl bidin ku vê çandê bi awayekî herî baş biparêzin. Dapîra min û xesûya min jî wiha hilberîn dikirin. Dema ez biçûk bûm, em bi hev re diçûn cihê pêçandina rez; demeke pir xweş û bi kêf bû. Berê, me şîre  li wê zeviyê ku me tirî lê kom dikir, çêdikir. Em bi berdewamî di nav rêyên rez de diçûn û dihatin. Me her tim tiştên pêwîst ji malê bi xwe re dianîn..."   ‘Tenê kara me ew e ku tirî ziyan nebe’   Aynzelîha Çetîntaş diyar kir ku herçend ew ji wê dimsa ku çêdikin dahatekê bi dest naxin jî kara wan a herî mezin ew e ku rê li ber zayîebûna tiri digirin û wiha  berdewam kir: "Em hewl didin bi firotina wê dimsa ku çêdikin dahatekê bi dest bixin. Em sere sibehê zû dest bi kar dikin û rastî zehmetiyên mezin tên, lê mixabin em berdêla keda xwe bi temamî bi dest naxin; mirov dikare bibêje ku hewldanên me vala diçin. Tevî vê yekê jî, em hewl didin ku vê kevneşopiyê bi awayekî herî baş ji zarokên xwe re bihêlin. Bo nimûne, keçeke min heye ku temaşe dike û fêr dibe ka em çi dikin û çawa dikin. Em vê dimsê hem ji bo zindîhiştina çanda xwe û hem jî ji bo ku rê li ber zayîebûna tirî bigirin, çêdikin."