Ji Şaredariya Peyasê serdana moral a ji bo nexweşên Onkolojiyê 2026-10-16 14:35:31   AMED - Di çarçoveya çalakiyên Meha Hişyariya li ser Penceşêra Pêsîrê de, ku di navbera 1 û 31'ê Cotmehê de tên lidarxistin, Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Peyasê serdaneke watedar pêk anî. Serdan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, li beşa nexweşên onkolojiyê hate kirin û nexweş bi tenê nehatin hiştin.   Dilxweşkirina nexweşan   Di serdanê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ligel alîkarên hevşaredaran, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê amade bûn. Şandeyê yek bi yek serdana odeyên nexweşan kir, hêviyên xwe yên ji bo başbûneke bilez anîn ziman û kêliyên dilxweşiyê bi wan re parve kirin. Wekî beşek ji serdanê, pakêtên paqijiyê yên ku bi taybetî ji aliyê şaredariyê ve ji bo nexweşan hatibûn amadekirin, wekî diyarî hatin belavkirin.   Girîngiya 'Teşhîsa zû jiyanan xilas dike'   Di dema serdanê de bal li ser girîngiya jiyanî ya teşhîsa zû û hişmendiya wê hate kişandin. Rayedarên Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê diyar kirin ku ew xebatên xwe di bin dirûşma “Teşhîsa zû jiyanan xilas dike” de didomînin û peyama “Em bi yekîtiyê xurttir dibin û bi hêvî ber bi siberojê ve diçin” dan.   Berpirsên şaredariyê tekez kirin ku xebat û hewldanên ji bo bilindkirina hişmendiyê û piştgiriya nexweşan li seranserê Peyasê dê bê navber berdewam bikin.