Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin 2026-10-17 12:55:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê Instagramê yê rojnameya Azadiya Welat hate astengkirin.   Êriş, zext û sansura li ser çapemeniyê berdewam dike. Îro jî hesabê Instagramê yê rojnameya Azadiya Welat hate astengkirin. Rojnameya Azadiya Welat di malpera xwe de ragihand ku hesabê wan ê Instagramê hatiye astengkirin û bertek nîşanî vê yekê da.