Berpirsê koma hecê yê Diyanetê ji sûcê tecawizê hat girtin 2026-10-22 14:25:57   QERS - Li Qersê berpirsê qafîleya hecê Yakup B. yê di bin banê Serokatiya Karên diyanetê de dixebitî, ji ber destdirêjiyê hat girtin.    Li Qersê berpirsê qafîleya hecê Yakup B. (50) yê di bin banê Serokatiya Karên diyanetê de dixebitî, bi hinceta dest dirêjî jina 23 salî ya bi wî re di heman saziyê de dixebitî, hat girtin. Li gor agahiyên bi dest ketin, li ser giliya jinikê Serdozgeriya Komarê ya Qersê lêpirsîn daye destpêkirin.   Di çarçoveya lêpirsînê de Yakup B. yê îfadeya wî hat girtin ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve bi sûcê "destdirêjiyê" hat girtin.