Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin 2026-10-23 14:57:47   WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Azîze Onat a ku tev li kongreya DEM Partiyê ya Wanê bû, hat binçavkirin.   Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Azîze Onat, ji bo tev li kongera DEM Partiyê ya Wanê bibe çû cihê kongreyê, bi hinceta derbarê wê de biryar heye hat binçavkirin. Parêzer û parlamenterê DEM Partiyê ji bo meseleyê hîn bibin çûn cihê binçavkirinê lê polîsan tu agahî nedan wan.   Hat zanîn ku Azîze Onat birine Midûriyeta Polîsan a Wanê.