Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-10-25 09:54:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê di hejmara xwe ya 191’emîn de balê dikişîne ser nobetên edaletê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê û siyaseta şerê taybet.   Kovara Jin a her hefte roja Yekşemê derdikeve, di vê heftiyê de bi sernavê "Jin li dijî bêcezatiyê nobetê digirin!" derket.   Kovara Jin, di hejmara xwe ya 191’emîn de, balê dikişîne ser nobedariyên jinan ji bo edalet û bîranînê, têkoşîna wan a li dijî bêcezatiyê û têkiliyên civakî yên ku tundiya mêran çêdikin. Gotarên ku daxwazên jinan ji bo mafê jiyanê, lêgerîna rastiyê û veguherîna civakî ji perspektîfên cûrbecûr vedibêjin, hêza van nobedariyan ji bo avakirina bîranîn û hevgirtinê nîqaş dikin.   Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:   Qad Bang li kê dike? Li ser Nobetên Edalet û Bîranînê yên Jinan ên Amedê / Cansel Talay   Bîra li dijî Jibîrkirinê, Edalet li dijî Bêcezatiyê: Nobeta Bêdawî ya Jinan / Îrem Îlhan   Jin û Siyaseta Şerê Taybet / Kîbriye Evren   Ji Rastiya Jinan Ber Bi Ji Nû Ve Avakirina Civakî: Çima Jîneolojî? / Aynur Sarica   Tundiya Navmalbatê, Xefika Psîkolojîk û Hêza Rizgarkirinê ya Hevgirtina Rêxistinkirî / Esra Kahraman