Ji sibehê heta êvarê: Keda ji bo nan 2026-11-05 09:05:18   ÊLIH- Jinên li erdên titûnê saet di 03.30’an de dest bi rojê dikin, rojane bi  hezar û 500 TL’yî dixebitin. Jin wiha dibêjin: “Ji bo pêşeroja zarokên xwe em di nav axê de dixebitin. Lê pereyê em qezenc dikin têrî du poşet xurekên marketê nake.”   Jinên ji Êlihê diçin gundê Sergewra ku 20 km ji bajar dur e, sibehê zû dest bi kar dikin. Kedkarên ku hîna roj derneketiyê, dikevin rê, li nav erdan ewil titunê kom dikin û pitşre jî rêz dikin.   Jinên li nav erdên titûnê dixebitin, zor û zehmetiyên ku dikişînin vegotin.   ‘Pereyê em digirin têrî tu tiştekî nake’   Zekiye Erol da zanîn ku sibehê zû derdikevin rê û piştî karê li nav erd diqede vê carê li malê kar dikin. Zekiye Erol wiha got: “Debare pir zehmet bûye. Lêçûn pir zêde ne. Em sibehê saet di 04.00’an de radibin. Saet di 05.00’an de em diçin nava erd.Em heta 13.00’an dixebitin. Em piştre diçin malê. Vê carê karê malê  heye. Hewcedariyên me pir zêde ne lê pereyê me têrî titşekî nake. Mirovan titun çandine, em jî dixwazin ku pere bike û gel neçin cihê dur. Em dixwazin li Êlihê bixebitin û zarokên me li cem me bin. Em dixwazin her kes êvarê were mala xwe ligel hev bin. Ger li Êlihê xebat hebe em dixebitin û pereyê xwe qezenc dikin. Daxwaza me ev e.Tenê bila kar hebe em ê bikin.   ‘Karker tune ne’   Zekiye Erol got rojaneya wan hezar û 500 TL ye û wiha got: “Carnan 3-4 mehan heqdestê nadin me. Em bi hev re dixebitin û diçin malê. Em karkeri n, tên xebatê. Em di kirê de ne. Em hewl didi debara xwe bikin. Em li zarokên xwe dinêrin. Karekî zehmet e. Pereyê wê jî kêm e. Rewşa kesên titûn çandine jî zehmet e. Lêçûnên wan zêde ne. Erd kirê dikin, titunê diçînin, derman dikin, av didin. Bi karkeran re dixebitin. Ji ber vê lêçûn pir zêde ye. Rojane hezar û 500 TL didin me.”   ‘Çavên me li patrone lê patron jî pere nade’   Guler Orktakçi jî da zanî ku ew 4-5 saetan li erdê runiştî dixebitin û got: “Ev kar zehmet e. Em saet di 03.30’an de radibin. Sê zarokên min li malê ne. Em tenê dihêlin û tên. Ji bo zarokên me mexdur nebin em dixebitin. Em saet di 05.00’an de dest bi xebatê dikin heta nîvro. Rojane hezar û 500 TL ye. Çavên me li patronan e lê patron jî pere nadin.Dibêjin pere tune ye. Lê titun jî pere nake. Her tişt biha ye. Ew jî bi gazincin.  Em beramberê keda xwe nagirin.”   ‘Em neçarin bixebitin’   Jina bi navê Emîne Çelîk jî da zanîn ku tevî saeta wan temam dibe ji bo titun xera nebe zêdetir dixebitin û got: “Em sibehê saet di 04.00’an de radibin. Wesayît tên me dibin nava erd. Dema em tên titûn şil e. Em dibin wek avê. Em heta 10’an dixebitin. Taştê dixwin û piştre rêz dikin heta saet 14’an. Karê me zehmet e. Em li malê jî dixebitin. Li zarokan dinêrin. Zehmetiyek mezin em dibînin. Lê em neçarin bixebitin. Carnan pereyê me dereng tê dayîn. Rojaneya me hezar û 500 tL ye. Lê bi vî pereyî du poşet xurekên marketan nayên girtin.”   Aynur Aksoy jî da zanîn ku carnan ji bo xebatê diçin bajarên dur jî û got: “Em sibehê zû radibin karê malê diki nû saet di  05.00’an de ji malê derdikevin. Em 06.00’an de tên nava erd. Karê me zehmet e. Carnan em heta 17.00’an jî dixebitin. Li malê jî em kar dikin, xwarinê çêdikin, paqijiyê dikin.”