Ji MKG û DFG'ê Projeya şopandina mafan a ji bo rojnamegerên jin ên Kurd 2026-11-05 11:04:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Rojnamegerên Jin MKG û DFG, ji bo belgekirina binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên jin ên Kurd û xurtkirina mekanîzmayên piştevaniyê, projeyeke nû didin destpêkirin.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Projeya Şopandina Mafan, Belgekirin û Piştevanîyê ya ji bo Rojnamegerên Jin ên Kurd didin destpêkirin. Armanca projeyê ew e ku binpêkirinên mafan ên piralî yên ku rojnamegerên jin ên Kurd pê re rû bi rû dimînin bên belgekirin, hişyariyek di vî warî de were afirandin û her wiha mekanîzmayên piştevaniyê bên xurtkirin.   Dê bi sê zimanan rapor bên weşandin   Di çarçoveya projeyê de, binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên jin dê bi awayekî sîstematîk bên şopandin, piştrastkirin û rapor kirin. Bi rêya raporên ku dê bi zimanên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî bên weşandin, dê hem di neteweyî û hem jî di asta navneteweyî xebatên parastina mafan bên meşandin.   Her wiha, ji bo hêsankirina xwegîhandina rojnamegerên jin a bo mekanîzmayên hiqûqî û lêgerîna mafan, xurtkirina piştevaniya pîşeyî û pêşxistina şert û mercên xebatê yên ewle, dê gelek însiyatîf bên girtin.   MKG û DFG di daxuyaniya xwe ya derbarê projeyê de wiha gotin: "Em şopandin, belgekirin û berfirehkirina piştevaniya ji bo azadiya çapemeniyê û mafên rojnamevanên jin didomînin."   Ev proje bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û bi hevkariya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tê meşandin.