ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-06 09:00:00     *Şikeftên Olya Şêxan yên di nav zinarên li Çiyayê Gabarê bilind dibin, şopa paşerojê heta îro anîne. Şikeftên bi heft katê ku zinar hatine kolandin û çêkirin balê dikşînin, yek ji şahidê herî girîng ên mîrateya çand û dîrokî ya Mezopotamyayê ne. Şikeft bi mudaxaleyan hatine texrîbkirin û li bendê parastinê ne. DÎMEN HEYE   *Gelê Arzoxliyê ev 10 roj zêdetire li dijî projeya GES’ê ku tê xwestin bê çêkirin, li qadan e, peyama ku heta dawî li dijî projeyê li ber xwe bidin didin û diyar dikin ku ev proje wê zirarê bide hemû zindiyan û koçberbûnê ferz bike. DÎMEN HEYE   "Em dikarin li her cihê ku tundî heye rêbazên xwe yên azadiyê bifirînin.  Komun zemîneke ku hêz û piştgirî derdikeve holê ye. Komunek saxlem bi têkiliyên hevaltî, dostaniyê ya di esasên rast de hatine avakirin dikare mayînde be. Hewce bi Pêşxistina mekanîzmayên parastina cewherî ku em dikarin hev xurt bikin heye." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Rojnameger Rahîme Karvar da zanîn ku polîtîkayên zextê yên desthilatdariyêli ser çapemeniyê li dijî pêvajoya muzakereyê ne û got: “Rojnameger ne tenê yên daxwaz dikin divê yên qadê vedikin bin.” DÎMEN HEYE