Elîf Bulut: Derengxistin civakê dike fikaran 2026-11-07 09:07:49   Elfazî Toral   STENBOL - Endama MYK’a DEM Partiyê Elîf Bulut helwesta desthilatdariyê ya taloqkirina pêvajoyê rexne kir û got: “Ev derengxistin û taloqkirin civakê dike fikran. Ji bo mayîndebûna aştiyê divê têkoşîna hevpar hebe.”   Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde tevgera Azadiya Kurd rêxistin fehs kir, çek berdan û vekşşiya. Lê tevî vê dsethilatdarî bi hincetên ewlehiyê pêvajoyê taloq dike. tevî daxuyaniyên ku pêvajo dimeşe jî komîsyonên binî û komîsyona meclîsê nayên avakirin, biryarên MGK’ê nayên derxistin, statuya Abdullah Ocalan nayê nasîn,biryarên DMME’yê pêk nayên. Di asta niha de gavên divê dewlet bavêje mijara gotinê ne.   Endama MYK’a DEM Partiyê Elîf Bulut der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Elîf Bulut balkişand ser destpêka pêvajoyê û bendewariyên civakê û got: “Ev du sale pêvajo dodime. Wê demê bi vekirina meclîsê re di 1’ê cotmeha 2024’an de em dikarin bêjin ku hatiye destpêkirin û dihat payîn ku bi lez jî bidome. Bêguman pêvajo tenê bi wan destpê nake. Paşerojek 100 salî heye. Me texmîn nedikir ku evqas lez û bi hinek sînorkirinan derkevin pêş me. Ji bo vê me jî têkşîn da. Em didin jî. Herî dawî qanûna çarçoveyî ji meclîsê derbas bû.”   ‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bên avakirin’   Elîf Bulut diyar kir ku piştî qanûna çarçoveyî bala her kesî li gavên pratîk bû û balkişand ser rola Abdullah Ocalan û şertên li Îmraliyê. Elîf Bulut wiha anî ziman: “Dema meclîs vebû me got wê ev xal bikevin jyanê. Komîsyonên hatin avakirin di bin çavdêriya dewletê de xebat meşandin. Lê  xebat di nav xwe de meşandin. Tişta me dipayî gavên şênber xebatên şênber ên komîsyon û kordanîsyona ku Abdullah Ocalan têde cih digirt bû. Divê kesên di wê komîsyonê de cih digirin bên zelalkirin û  biçin Îmraliyê. Ev lingê pêvajoyê ye. Lingê din xebata meclîsê ye.”   ‘Ev pêvajo hemû Tirkiyeyê eleqeder dike’   Elîf Bulut pratîka desthilatdariyê ya ku derengxistin û taloqkirina pêvajoyê jî wiha nirxand: “Ev bandorek neyînî li ser civakê dike. Ji 1’ê cotmehê şûnde birêvebirin bi MGK’ê ve hat girêdan. MGK carekê civiya. Em dipên ku cara duyemîn bicive. Ji bo sererastkirinên qanûnî veguhrein biryarê bi erêkirina biryara MGK’ê ve hat girêdan. Em dipên ku xebatên wir bi lez bên destpêkirin. Civak gavên şênber dipê. Ji ber dewlet taloq dike, dereng dixîne bi civakê re fikar çêdibin.”   Banga hestiyariyê   Elîf Bulut anî ziman ku çareserî tenê bi partiyên siyasî sînor namîne û divê hemû civaka sivîl tevli pêvajoyê bibin û got: “ Divê nîqaşên ku pêvajoya demokratîkbûnê vedikin bên kirin. Divê mijar bikeve rojeva gel û zext bên avakirin.  Me tu carê negot ‘em tenê vê mijarê çareser bikin’. Divê em bibin yek. Ev mijara hevpar  aTirkiyeyê ye. Ez banga hestiyariyê dikim, divê hemû gel tevli pêvajoyê bibin. Divê aliyê pêvajoyê samî bin. Divê desthilatdarî samîmî be. Gel di bendewariyeke mezin de e. PKK’ê tiştên ku ket ser milê xwe kir. Lê yek alî pêvajo nikare bimeşe.”   ‘Divê welat demokratîk bibe’   Elîf Bulut balkişand ser daxwazên demorkatîkbûnê û têkoşîna jinan û got: “Mifteya esas meclîs e. Daxwazên jinan hene. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane daxwazan dikin. Ji ber pirsgirêka nedemokratîkbûna welat, daxwazên mirovan hene. Ya ku vê çareser bike meclîs e. Çareseriyên mayînde bi demokratîkbûnê dikare pêk bê. Divê ev welat demokratîk bibe. Bendewariya me ev e.”