ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-10 09:00:00   *Di demekê de ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin, xizmên girtiyan li dijî ferzkirina "tobeyê" bertek nîşan dan û diyar kirin ku berdana girtiyan ji ber biryarên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê dereng dikevin. Malbatan daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin. DÎMEN HEYE    *Seroka Komeleya Jinan a Starê, Şafak Ozanli li hember bêcezatiya sûcdarên sûcên zayendî yên li dijî zarokan bertek nîşan da û diyar kir ku dewlet mekanîzmayên xwe yên parastinê bikar nayne û got, "Divê îstîsmara li ser jin û zarokan bi awayekî civakî were çareserkirin, ne bi awayekî takekesî. Em ê bêdeng nemînin, em ê têkoşînê berfireh bikin." DÎMEN HEYE