Li Êlihê payîz û baran 2026-11-13 09:02:13   ÊLIH-Li Êlihê bi hatina payîzê re xwezayê reng guhert. Navenda Êlihê bi hemû rengên germ yên payîzê xemilî.   Belgên daran ku ji rengê kesk veguherî zer, ji zer veguherî sor, kolanên Êlihê jî rûyê herî zindî û estetîk yê demsalê nîşan dide. Bi sermayê re, bi ba û baranê re belg ji daran diweşin û dîmenekî rengîn ava kir.   Bajarê ku her demsal atmosfereke cuda pêşkêş dike, bi barana payîzê re daran belgên xwe weşandin û dîmenekî bi heybet pêşkêş dike. Ev dîmenên ku hevsengiya nûbûnê ya xwezayê nîşan dide, aramî û taybetiya xweser a payîzê ya li Êlihê nîşan dide.   Wêne: Bêrîtan Bulut