'Li cihê ku jin ne azad bin aştî kêm dimîne' 2026-11-13 15:15:08   STENBOL - MATUHAYDER'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, bi dirûşma “Ji bo girtiyên jin azadî” daxuyaniyek da û got: “Girtiyên jin ne bi tenê ne; daxwaza wan a azadiyê, daxwaza me hemûyan e.”   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Herêma Marmarayê (MATUHAYDER), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da û banga “Ji bo girtiyên jin azadî” kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Azadî nayê paşxistin; ji bo jinan edalet” û “Ji bo girtiyên jin azadî”, her wiha pankarteke ku li ser dihat gotin “Mafê berdanê nayê astengkirin; dawî li paşxistina înfazan bînin” hatin hildan. Dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” gelek caran hat berzkirin. Di çalakiya ku beşdariyeke berfireh hebû, endama Meclisa Dayikên Aştiyê  Sultan Bozkurt di serî de axivî.   Sultan Bozkurt di axaftina xwe de wiha got: “Pêvajoya ber bi aştiyê û civakeke demokratîk ve didome. Her çend ev pêvajo nêzî du sal in didome jî girtiyên me hîn nehatine berdan. Bi taybetî, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Zarokên me hîn jî di bin zextê de ne ku poşmaniyê qebûl bikin; lê eger zarokên me poşman bûna, wan qet ev rê hilnedibijart. Di nava girtîgehan de siyaseteke taybet û armanckirî tê meşandin. Divê ew zarokên me bêyî derengxistinê berdin.”   Piştre  parêzer Elif Taşdöğen li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend.   ‘Em ê aştiyê bi hev re ava bikin’   Elîf Taşdogan 15'ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi bîrxist û got: “Bila Evîn Zapsu, Pinar Tîkît, Havva Ak, Hatîce Yildiz, Fatma Tokmak, Çîgdem Ozlu û hemû jinên girtî yên nexweş bên berdan! Li cihê ku jin ne azad bin, aştî kêm dimîne. Em li ser azadiya jinan, aştiyê û avakirina civakeke demokratîk a bi hev re israr dikin. Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re, em careke din tekez dikin: em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku jiyaneke azad û wekhev pêk were; jiyaneke ku jin bi zext û tundiyê re rûbirû nemînin.”   Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.     ‘