Bedewiya veşartî ya Mêrdînê:Sûlava Kurdisê 2026-11-15 09:02:07   MÊRDÎN-Sûlava Kurdisê ya li gundê Kurdisê yê navçeya Artûklu ya Mêrdinê bi hatina payîzê re û guherîna rengan, dîmenên rengîn pêşkêş dike.   Sûlava Kurdisê ya li gundê Kurdisê yê navçeya Artûklu ya Mêrdinê  şopa dîroka hezaran salî bi bedewiya bêhempa ya xwezayê re tîne gel hev. Sûlava bi navê Kral Darîus tê zanîn, bi çemê ku ji nav du çiyan diherike û keskahiya dora xwe yek ji bedewmiyên veşartî ya Mezopotamyayê ye. Bi hatina payîzê re, belgên daran zer bûne û weşiyan e. Ev dîmenê sûlavê û rengîniya demsalê mirov mest dike.   Dengê ava ji zinaran diherike, dîmenên xwezayê, ji aliyê welatiyên diçin gerê ve pir tên ecibandin. Sûlava ku sernaserê dîrokê li axa Mezopotamyayê hebûna xwe parastiye, ne tenê bedewiyeke xwezayî ye, di heman demê de mîrateya jiyana hevpar a divê bê parastinê ye.    Foto û dîmen: Neslîhan Kardaş