Li diji dijî zîhniyeta serweriya mêr nîqaşa li ser malbata demokratîk 2026-11-16 11:50:08   NAVENDA NÜÇEYAN -Li Hanauyê YJK-E û KON-MED'ê di çarçoveya pêngava 25'ê Mijdarê de bi panelekê bandora zîhniyeta serweriya mêr a li nava malbatê hate nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku divê têkiliyên li nava malbatê demokratîk bibe.   Di çarçoveya pêngava 25'ê Mijdarê ya bi navê "Li dijî qirkirina jinê û li hemberî zîhniyeta bi serweriya mêr em têkoşîna xwe ya civakî mezin dikin" Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li Navenda Civaka Demokratîk a Hanau'yê bi sernavê "Malbata Demokratîk" panelek lidar xistin.   Di panelê de endama TJK-E'yê Meral Çîçek û pispora pedagoiya zarokan Bengî Başpenîr weke qiseker amade bûn.   Di panelê de hate ragihandin ku li piştperdeya kuştina jinan zîhniyeta serweriya mêr heye ku jinê weke milk dibîne û işaret bi têkiliya desthilatdariyê ya li nava malbatê û şêweyên jinûve afirandina tundiyê hate kirin.   Hate destnîşankirin ku malbat şaneya bingehîn a civakê ye û hate gotin, ji bo avakirina civaka demokratîk demokratîkkirina têkiliyên li nava malbatê gelekî girîng e.   Di panelê de ji bo afirandina jiyana malbata demokratîk, xurtkirina feraseta malbatî ya demokratîk û pêşîgirtina li tundiyê pêşniyarên çareseriyê hatin kirin.