Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî didome 2026-11-16 11:53:51   NAVENDA NÜÇEYAN -6’emîn Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja çaremîn de bi lidarxistina atolye, semîner, nîşandana belgefîlm û fîlman didome.   6’emîn Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî ku ji aliyê Komîna Film a Rojava ve pêk tê, di roja çaremîn de didome. Mihrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk tê.   Ji Başûrê Kurdistanê derhêner û sînemager ji bo tevlîbûna 6’emîn Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî, li Rojavayê Kurdistanê bûn. Hestên xwe ji bo beşdarbûna festîvalê, ji ajansa me ANF’ê re anîn ziman.   Nûnertiya navneteweyî ya Dihokê Hesen Arif ev tişt got, “Gelek spas ji bo rêveberiya festîvala filman. Me Rêzeke mezin jê re girt, em vê gelek girîng dibînin di nav festîvalên Kurdî de.   Xelkê Rojava bi rastî jî li ser xebatên xwe gelek qonaxên dirêj derbas kirine. Dilê me jî bi wan re ye.”   Derhêner Hewraz Mihemed ku ji Silêmanî weke mêvan hatiye festîvalê, ev tişt anî ser ziman:   “Ez gelek kêfxweş im ku îsal min karî werim vir û beşdarî festîvalê bibim. Pêşketin û berdewamiya vê festîvalê xeyalê her derhênerî ye. Hêvîdar im ku ev festîval û Komîna filman Rojava sal bi sal, roj bi roj pêş de biçe. Ji bo serxistina festîvalên Kurdî divê her kes bikeve hewldanê. Pêwîstiyên me heye ku em bi hev re gelek filman çêbikin.   Tevlîbûna ciwanan a ji bo festîvalê girîng e. Ciwanên me bi zanist û hunerê xwe perwerde dikin. Divê ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ciwanên sînemager bên ba hev û bi hev re tureke filman ava bikin.”