Li Tirbespiyê semînera 25’ê Mijdarê hat dayîn 2026-11-16 12:55:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Tirbespiyê semînerek hat dayîn.   Kongra Star a bajarê Tirbespiyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan semînerek li dar xist. Di semînerê de jinên endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.    Di semînerê de têkildarî tundiya li ser jinan belgeyek ji hêla endama Kongra Star Stêr Silêman ve hat xwendin.   Ji rêveberên Kongra Star Rojda Hesen got bi salan tundî li ser jinan hatiye kirin û ew ji mafên xwe bê par hiştine. Rojdayê da zanîn ku divê bi tu awayî tundî li ser jinan neyê kirin û ji bo bidestxistina mafên jinan, divê têkoşîn xurt bibe.   Di dawiyê de Rojdayê got gelek hewldan hene ku mafên jinan werin windakirin, lê li dijî vê yekê ew ê xwe bi rêxistin bikin û îradeya xwe nîşan bidin.