Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Rabîa Onver hat birîn 2026-11-16 15:25:01   COLEMÊRG - Rojnamevan Rabîa Onver di dozekê de ku ji ber parvekirinên wê yên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derketiye holê, salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Rûniştina yekem a doza li dijî nûçegihana me Rabîa Onver ku bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" li ser parvekirinên wê yên ji hesabê X, hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Colemêrgê hat lidarxistin. Rabîa Onver û parêzera wê Gulistan Karaduman, beşdarî rûniştinê bûn.    Dadgehê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Rabîa Onver birî.   Dadgehê her wiha îhtîmala taloqkirina cezayê li gorî xala 51'emîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) nirxand.