Ji bo nexweşa girtî Evîn Zapsu serlêdan 2026-11-18 10:28:09   KAYSERÎ - Ji bo berdana girtiya bi navê  Evin Zapsu ku bi penceşêrê ye, serlêdaneke duyemîn hate kirin.   Evin Zapsu ku di 10'ê Mijdara 2017'an de li Mêrsînê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bünyana Kayseriyê tê ragirtin, bi penceşêra ku di qonaxa çaremîn de ye re têdikoşe. Ev di nava 10 rojan de serlêdana duyemîn e ku ji bo paşxistina cezayê wê û berdana wê tê kirin.   Di serlêdana ku pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Bünyanê hatiye kirin de, tê destnîşankirin ku ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran, Evin Zapsu nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.   Di serlêdana ku ji aliyê parêzerê wê ve hatiye kirin de, bal tê kişandin ser xalên di Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ku mafên girtiyan ên têkildarî tenduristî û jiyanê misoger dikin. Di belgeyê de wiha tê gotin: "Li ber çavan girtina nexweşiya giran a muwekîla me, bêkapasîteya wê ya domandina jiyanê bi awayekî serbixwe, pêwîstiya lezgîn a destpêkirina tedawiya bijîşkî, û her wiha rîska cidî ya li ser jiyana wê di nava şert û mercên girtîgehê de; em bi rêz daxwaz dikin ku cîbicîkirina cezayê wê were paşxistin û ew were berdan."