Ji TJA’yê banga 25’ê Mijdarê:Parastina me têkoşîna rêxistinkiriye 2026-11-19 21:37:08   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li ser hesabê çapemeniya dîjîtal bi vîdeoya ku parve kir, li dijî qetilkirin, tundî, mirinên bi guman û polîtîkayên şerê taybet banga têkoşîna rêxistinkirî kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Navneteweyî  li ser hesabê xwe yê Instagramê vîdeoyek parve kir. TJA’yê di parvekirina xwe de balkişand ser qetilkirinên jinan, tundî û mirinên bi guman yên jinan û  girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî van polîtîkayan. Jinan bi zimanê Kurdî, Dimilkî û Soranî jî peyamên 25’ê Mijdarê dan.   Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Li dijî qetilkirinên jinan, tundiya li ser jinan, mirinên bi guman û polîtîkayên şerê taybet, parastina me ya herî mezin têkoşîna me ya rêxistinkiriye. Bi îrade û hêza xwe niha dema jinê ye.”