Divê jin li dijî pergala kastîk civaka komunal demokratîk ava bike 2026-11-20 09:04:04   ENQERE - Melîke  Goksu a li girtîgeha Sîncanê girtî, diyar kir ku jin li dijî pergala kastîk civaka komunal demokratîk ava bikin û got: “Divê alternatîfa pergalê bê avakirin û veguherîn bibe teşeyê têkoşîna me ya nû.”   Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û li dijî pergala desthilatdar a mêr, newekhevî, tundî û binpêkirina maf têkoşÎna jinan didome. Li girtîgehan jî têkoşîna li dijî van pêkanînan didome. Girtiyên jin ji bo guhertina zÎhniyeta serdest ya mêr û avakirina alternatîfên li dijî wê têkoşîna xwe didomîne.   Girtiya siyasî Melîke Goksu ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye der barê rola jinan a di avakirina civaka komunal û demokratîk de, têkoşîna li girtîgehê dimeşînin de axivî.    ‘Heta niha her cureyê rêbazên tundiyê xistine dewrê’   Melîke Goksu balkişand ser tundî û êrîşa li ser jinan a li Tirkiyeyê ku her diçe zêde dibe û got: “Ji bo êrîş bên rewakirin, heqîqet bê veşartin heta niha her cureyê rê û rêbazan xistine dewrê. Ji bo heqîqeta jinê bê tuenkirin û zÎhniyeta mêr bê avakirin, her cureyê êrîş û tundiyê hatiye normalkirin. Ev bi hezaran salan wisa hatiye berdewamkirin û sedema tundiya piralî ya li hember jinê di vir de ye. Zîhniyeta kujerê kastîk xwe xurt kiriye û zemîna ku ev xurt kiriye jî bûye zemîna tunehesibandin û manîpulasyonê. Têkoşîna azadiya jinê jî divê li dijî pergala manîpulasyonê pir alî be. Li hemû cîhanê têkoşîneke bi heybet a jinan a li dijî tundiyê heye. Ev têkoşîn civakî bibe wê encamê bigire.”   ‘Jin ji qada cemawerî û siyasî hatin durxistin’   Melîke Goksu li ser girîngiya ku jin li dijî pergala serdest a mêr xwe heyî dikin jî sekinî û ev tişt bi lêv kir: “Jinên di dîrokê de kirdeya esas a civakê bûn di roja îro de ji qadên siyasî û cemawerî bi giştî hatine durxistin. Ev qad kirin qaada mêran. Dema rewş wisa bû îro li he rderê cîhanê jî wek tê dîtin, pergala faşîzan û despotîk dîktator derket holê. Jinan demek dirêj nexwestin bikevin vê qadê.  Cigirtina jinan a di siyasetê de girînge, bi nirxe û bi qasî vê zor û zehmete jî. Zêde jî qada têkoşînê nahêle. Ji ber vê jî di qada siyasî de jî terza me ya têkoşînê bi  berxwedanê dibe.”   ‘Herî zêde jin hedef tên girtin’   Melîke Goksu destnîşan kir ku di şer û pevçûnan de herî zêde jin hedef tên girtin û wiha dirêjî dayê: “Sedema wê em dizanin. Ev bandora hêrsa mêr a li dijî heqîqeta jinê ye.Di dîrokê de gelek mînakên wê hene. Em mînaka teşhîrkirina bedena hevala xwe Ekîn Van bidin. Em mînaka zîhniyeta li Rojava ku keziyên jinên şoreşger yên hatine qetilkirin hatin birîn û bedenên wan ji avahiyan de hatin avêtin bidin. Pergala serdest ya mêr bixwe zemîna şer û pervçûnan e. Ev zemîn jî karekterên pergala kastîke.Dema em jin têkoşîna azadiyê bidin divê em vê tu carê jibîr nekin.”   ‘Em jinên Kurd xwe bi şans dibînin’   Melîke Goksu balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha anî ziman: “Em jinên Kurd xwe bi şans dibînin. Tevgereke me ya jinan a di hişmendiya heqîqet, azadî û dîsîplînê de ye heye. Bêguman em deyndarên Birêz Ocalan in. Bêguman îdeolojiya me ya rizgariya jinê û perspektîfa jinê ya azad heye. Îro zanista jîneolojiyê her heqîqeta di dîrokê de hatiye veşartin derdixe holê. Banga aştî û civaka demokratîk, ji aliyê Rêber Apor ve hat destpêkirin û di manîfestoya civaka demokratîk de jî  kirdeya pergala komunal jinê dibîne.”     ‘Divê jin xwe li dijî vê zîhniyetê biparêzin’   Melîke Goksu di berdewamiyê de wiha got: “ Divê jin li dijî zîhniyeta ku tundiyê diafirîne xwe biparêzin.Divê ji kodên ku hatine berovajîkirin xwe rizgar bikin. Avakirina civaka komunal bi jinan pêkane. Di roja îro de li şûna nrixên ahlaqî qanûn û hiqûq hatiye bicihkirin. Ji ber zîhniyeta serdest ya mêr a manîpulasyonê, ji bo parastina pergala kastîk di bin navê hiqûqê de qanûnên ceza bûne mekanîzmayên herî derfet. Ji bo civakê bikin bin konrolê ev bûye zemîna rewa.  Peymana Stenbolê ku mafê jinan diparast li dijî pergala kujerê kastîk dîtin û ji peymanê vekişiyan.”   ‘Divê jin alternatîfên xwe ava bikin’   Melîke Goksu balkişand ser girtîgehan jî û daxuyakirin ku yek ji cihên ku karekterê pergala kastîk xwe dide der girtîgeh in û wiha bi lêv kir: “Girtîgeh bûne cihê hemû kesên ku li dijî pergala kastîk serî natewînin, nayên çewisandin û îtîraz dike ne.  Yên îtîraz dikin bi pêkanînên dijwar re tên rû hev û 30-40 salî girtî dimînin. Îşkence li wan tên kirin û dixwazin îradeya wan bişkînin. Hiqûq û qanûnan manîpule dikin.Li girtîgehan yek jinekê ji çanda berxwedanê tawîz neda. Li dijî pergala kastîk berxwedan wek berpirsyarî dîtin.Divê jin li sosyalolouiya dîrokî binêrin, bi hişmendiya heqîqetê pergala kujerê kastîk red bikin, altertîfên xwe ava bikin. Bi vî awayî wê bikaribin xwe bikin bin ewlehiyê. Em ji kîjan çandê dibin, ji kîjan erdnîgarî an jî îdeolojiyê dibin bila bibin divê têkoşîna me ya esas hişkkirina zemÎna tundiyê be.”     Ji bo 25’ê Mijdarê bang                                                                                                                                                                   Melîke Goksu wiha dawî lê anî: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke mezin e. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em bang li hemû jinan dikin ku bibin kirdeya Banga Aştî û Civaka Demokratîk, xwedî li pêvajoyê derkevin. Ev derfeta afirandina sosyolojiya jiyaneke azad e. Niha bi afirîneriya jinê dema serkefktinê ye.”