Jin wê bibin şopdarên serbixwe yên pêvajoyê 2026-11-20 09:05:24   Melike Aydin - Devrîm Findik    STENBOL - Ji Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinê, jinan diyar kirin ku bêyî jinan aştî nayê avakirin û gotin jin kirdeya aktîf a pêvajoyê ne û wê şopdarên pêvajoyê bin.   Bi armanca aştiyeke mayînde û çareseriya pirsgarêka Kurd ji rêxistin, sazî û partiyên siyasî yên cuda bi tevlibûna nêzî 100 jinî Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinê hat avakirin. Jinan diyar kirin ku wê komîsyon wek mekanîznameya şopandinê ya serbixwe û mudaxaleyê bixebite.   Gotina jinan di raporê de tuneye   Hevberdekva Însiyatîfa ji Miriyan Re Rêzdarî û Însiyatîfa Edaletê, Burcu Çelîk Ozkan got divê pêvajoya aştiyê di esasa gotin, jiyan û felsefeya jinê de bê meşandin û li ser girîngiya komîsyona şopandinê sekinî. Burcu Çelîk Ozkan wiha got: “Pêşniyarên di beşa 6 û 7’an a raporê de girîng e. Ev qanûn çawa tê nirxandin bi kîjan saîkan tê çêkirin û çi armanc dike girîng e. Di komîsyonên binî de, em dizanin ku dengê jinan kêm e. Di raporê de gotina jinan tuneye. Pêvajo tenê bi nûneriya wekhev sînor nîne. Em dixwazin, gotin, jiyan û felsefeya jinê bandorê li pêvajoyê bike.”   ‘Komîsyona serbixwe a jinê’   Burcu Çelîk Ozkan wiha dawî lê anî: “Ev du sal in di hevdîtinan de dengê jinan zêde nehat bihîstin. Ji ber vê hewce bi komîsyona şopandina jinê hat dîtin. Di mînakên cîhanê de rola ku komîsyonên jinan dilîzin mezin e. Ev xebat wê bandorek erênî li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bike.”   ‘Divê dozên bi bêcezahiştinê encam bûne ji nû ve bên nirxandin’   Yek ji parêzerên Navenda Bîrê Esra Kiliç jî daxuyakirin ku rûhevhatin û derxistina holê ya heqîqetê ji bo aştiyeke mayînde pêwist e û got: “Dozên der barê windakirinên bi zorê yên berê bi bêcezahiştinê encam bûn. Di pêvajoya nû de divê mekanîzmayên şopandina alternatîf bên avakirin. Darizandin jî têde ji nû ve dikarin doz  bên vekirin û lêkolîn bên kirin. Hedefa me ev e ku bi Komîsyona şopandinê ya Aştiyê ya Jinan em piştgiriyê bidin pêvajoya rûhevhatin û heqîqetê. Em ê pêvajoyê bişopînin û daxwazên xwe bînin ziman. Divê aştî di her qada jiyanê de  bê avakirin.  Yên herî zêde ji pêvajoyên pevçûnê bandor dibin jin in. Jin di pêvajoyên aştiyê de tecrubeyên girîng dihewînin. Ev tecrubeya jinan wê piştgiriyê bide pêvajoyê.”   ‘Ji bo aştiyê divê jin xwe rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin’   Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Ferîde Eralp da zanîn ku rêxistinbûn û têkoşîna hevpar a jinan wê li ser merciyên biryarê wê li ser civakê zextê ava bikin û wiha anî ziman: “Divê qanûna çarçoveyî pêk bê, girtiyên siyasî bên berdan û qada demokratîk bê berfirehkirin. Divê Kokmîsyona Şopandinê ya Aştiyê ya Jinê, sazbûneke berfireh ya ku ji hemû aliyan jin û LGBTÎ’yan dihewîne be. Yekane riya  girîng a avakirina zexta rast rêxistinbûn e û bilindkirina deng e. Jin ev du sal in daxwazên xwe tînin ziman. Binpêkirinên mafan yên jinan jiyan e divê bibin parçeyek têkoşîna aştiyê. Wekhevî tunebe aştiyeke mayînde jî tuneye.”   Sebahat Tuncel:Jin wê bibin kirdeya aştiyê   Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel da zanîn ku komîsyon en tenê pêvajoyê dişopîne divê bibe sazbûnek serbixwe ya ku têkoşîna aştiya civakî dimeşîne û got: “Jin parçeyek berxwedana ku barê şer û pervçûnan hildigire ye. Komîsyona şopandina Aştiyê ya Jinê wê biryaran bişopîne. Em jin dixwazin aştî mayînde bibe. Em aştiyê tenê wek bêdengbûna çekan nabînin. Em pêvajoyê dişopînin û li ser maseya muzakereyê ne. Divê qanûn pêk bê, demokratîkbûn bê avakirin. Ev komîsyon wê beşê 6 û 7 yên qanûna çarçoveyî bişopîne. Em ê mudaxaleyê xitimandina pêvajoyê an jî pêvajoya yekalî tê meşandin bikin û têkoşîna aştiyê mezin bikin.”