Di roja Mafên Zarokan de bang: Li dijî binpêkirinan çavên xwe negirin 2026-11-20 12:41:01   NAVENDA NÛÇEYAN  - Baroya Amedê bi bo boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyaniye da û got: “Ji bo zarok di pergaleke wekhev û dadperwer de bijîn em bang li hemû rayedarên îdarî û qanûnî dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin.” Her wiha Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, ji bo balkişandina ser mafên zarokan û hişyarkirina raya giştî li Baroya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist.   Amed   Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li avahiya baroyê daxuyaniyek da. Serokê Baroyê Sertaç Buluttekîn û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Seroka Navenda Mafên Zarokan Nursel Sariogluyê ve hat xwendin.   Nursel Sariogluyê bi bîr xist ku parastina mafên zarokan erka bingehîn a dewletê ye û bal kişand binpêkirinên mafên zarokan û ev daxwaz rêz kirin:   * Perwerdeya bi zimanê dayikê: Divê Tirkiye şerhên li ser xalên 17, 29 û 30î yên Peymana Mafên Zarokan rake û mafê jiyan û perwerdeya bi zimanê dayikê mîsoger bike.   * Karkeriya zarokan û xizanî: Divê dawî li kedxwariya di bin navê MESEMê de were anîn û li dibistanan ji bo hemû zarokan xwarineke belaş a rojane were dayîn.   * Zarokên di pêvajoya dadweriyê de: Em li dijî zêdekirina cezayan in; divê polîtîkayên parastin û piştgiriyê zarokan dikin werin pêşxistin.   * Ewlehiya dibistanan û dîjîtal: Divê dibistan ji tundiyê werin paqijkirin û zarok ji platformên dîjîtal werin parastin.   * Aştiya mayînde: Şerên li cîhanê, di serî de li Xezeyê, herî zêde zirarê didin zarokan; divê ji bo zarokan aştiyeke mayînde were avakirin.”   Nursel Sariogluyê di dawiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir û got: “Em bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku çavên xwe ji binpêkirinan re negirin û erka xwe ya berpirsyariyê bi cih bînin.”   Riha   Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, di 20'ê Mijdarê, Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de, ji bo balkişandina ser mafên zarokan û hişyarkirina raya giştî li Baroya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Pêşangeheke wêneyan a ku êş û binpêkirinên mafên mirovan ên zarokên ku di nav şer de ji bo jiyanê têdikoşin nîşan dide, li ber deriyê Baroya Rihayê hate vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla, Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Halil Delil Beyaztaş ve hate xwendin.     'Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wekî Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, em banga pêkanîna polîtîkayên bibandor dikin da ku pêşî li keda zarokan, îstismar, paşguhkirin, cudakarî û hemî cûreyên tundûtûjiyê bigirin; ji bo têkoşîna li dijî xizaniya zarokan; ji bo parastina zarokên ku mexdûrên şer û koçberiyê ne; û ji bo misogerkirina gihîştina wekhev a perwerde, tenduristî û edaletê ji bo her zarokekî. Divê tu zarok di bin siya şer, xizanî, îstismar an tundûtûjiyê de mezin nebe. Mafê her zarokekî heye ku di ewlehiyê de bijî, perwerdehiyê werbigire, bilîze û bi hêvî li pêşerojê binêre. Wekî Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin da ku mafên zarokan biparêzin, binpêkirinan asteng bikin û gihîştina her zarokekî bi edaletê misoger bikin."