Xizmên windayan jinên ku hatine kuştin bi bîr anîn 2026-11-21 15:21:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD'ê pêk hatin. Di çalakiya vê hefteyê de bi boneya nêzbûna 25'ê Mijdarê aqûbeta 20 jinên ku di salên 90'î de hatin binçavkin û piştre agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.   Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Amed, Riha, Îzmîr, Colemêrg û Êlihê çalakiya xwe ya vê heftê li dar xistin û banga darizandina kiryaran kirin   Amed   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 928'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên jinên ku hatine windakirin û qetilkirin, hatin hilgirtin.   Di çalakiya vê hefteyê de bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, jinên ku hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Eylem Kaya çîroka windakirin û qetilkirina jinan xwend û wiha got: “Em hemû jinên ku bi darê zorê hatine windakirin û bûne qurbaniyên kuştinên siyasî yên kiryarên wan nediyar bi hurmet bi bîr tînin. Çend sal derbas bibin bila bibin, em dubare dikin ku em ê dev ji daxwaza dadweriyê bernedin. Em dewletê vedixwînin ku berpirsiyariyên xwe yên ku ji hiqûqa navneteweyî tên bi cih bîne.”   Piştî Eylem Kaya, Berdevka Platforma Jinan a Amedê Esra Çîçek got ku ew windayên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û wiha axivî: “Bila ev tundiya li ser Dayikên Şemiyê rabe. Li pêşiya me 25ê Mijdarê heye; jin ji aliyê dewleta mêr ve rastî tundiyê tên, em vê tundiyê şermezar dikin. Di 25'ê Mijdarê de em ê ji Çerxerêya Dinyayê heta Parka Rojava meşekê li dar bixin û vê tundiyê şermezar bikin.”   Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Îzmîr   Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, çîrokên revandin û windakirina 20 jinên ku komeleyê karîbû tespît bike bi raya giştî re parve kir û aqûbeta wan pirsî. Daxuyaniya çapemeniyê li ber Sumer Banka kevin a li Konakê hat lidarxistin.   Di daxuyaniya ku pankartên “Windahî diyar in, kujer li ku ne?” û “Windahî wijdanê te ye, li wijdanê xwe xwedî derkeve” hatin vekirin, ligel Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHDê Eren Keskîn gelek kes beşdar bûn. Daxuyaniyê ji aliyê Endama Lijneya Rêveber a ÎHDê Evrîm Kubîlay ve hat xwendin.   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Eren Keskîn a ku beriya daxuyaniyê axivî, diyar kir ku li vê erdnîgariyê windakirina bi darê zorê polîtîkayeke dewletê ye û wiha axivî: “Ev polîtîkayeke ku xwe dispêre beriya Komarê. Di navbera salên 1915-1938'an de li Kurdistanê gelek komkujî pêk hatin û gelek windahî hene. Heta erdnîgariya me erdnîgariya gorên winda ye. Di nav van de jin cihekî girîng digirin. Û ev polîtîkaya Dewleta Komara Tirkiyeyê hebûna xwe bi bêcezatiyê didomîne. Ne tenê kesên ku kiryarê windakirina jinan a berpirsyar in; meqamên darazê yên ku lêpirsîna wan nakin jî şirîkên vê berpirsyariyê ne. Di heman demê de ji ber ku Dewleta Komara Tirkiyeyê li ber îmzekirina Peymana Neteweyên Yekbûyî ya derbarê windakirina bi darê zorê de li ber xwe dide, demboriyê wekî perdeyekê ji bo veşartina vî sûcî didomîne. Em ê li pey jinên hatine windakirin bin. Em wekî Parêzvanên Mafên Mirovan ji bo bidawîkirina polîtîkaya bêcezatiyê ya derbarê wan de em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.”   Evrîm Kubîlay jî bal kişand ku 25'ê Mijdarê roja nîşandana her cure tundiya li ser jinan, teşhîrkirina wê, bibîrxistina berpirsyariyên dewletan û mezinkirina daxwaza jiyaneke li ser bingeha wekheviyê ye û destnîşan kir ku parastina mafê jiyanê yê jinan erka dewletê ya ku nayê dewrkirin e.   Evrîm Kubîlay diyar kir ku çend sal derbas dibin bila derbas bibin ew ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû windahiyan bernedin û got: “Em ê dev ji bibîrxistina ku divê dewlet di nav normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere bernedin.”   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya pênc deqeyan bi dawî bû.   Di çalakiya Amed û Îzmîrê de çîroka revandin û windakirina 20 jinan wiha hat rêzkirin:   * Ji bo Makbule Okden a ku di sala 1991ê de li Cizîrê hat desteserkirin û piştî 18 salan di dema xebatên çêkirina rê de hestiyên wê hatin dîtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Bedriye Gumuş a ku di 17ê Sibata 1992yan de li Nisêbînê di encama gulebarana leşkeran a li ser gelê ku dixwest zextên cerdevaniyê protesto bike de jiyana xwe ji dest da, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Ayten Ozturk a ku di 27ê Tîrmeha 1992yan de li Dêrsimê hat desteserkirin û piştî 8 rojan di 14ê Tebaxa 1992yan de cenazeyê wê yê ku ji ber îşkenceyê nedihat naskirin li Kartepeya Karşıyakaya Xarpêtê binaxkirî hat dîtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Ridda Yavuz a ku li Dêrika Mêrdînê ligel 2 kesan hat desteserkirin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Sedika Dal a ku di Îlona 1993yan de li Taxa Selahaddîn Eyyubî ya navçeya Nisêbînê ji aliyê Hîzbullahê ve çewal xistin serê wê û hat revandin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Hamîde Şarli ya ku di 24ê Kanûna 1993yan de ji mala xwe ya li gundê Wanikê yê Tetwana Bedlîsê ligel birayê xwe Ramazan ji aliyê leşkeran ve hat desteserkirin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên ku di 24ê Îlona 1994an de piştî operasyona leşkerî ya li ser gundê Mîrikê yê Dêrsimê tu agahî ji wan nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Lutfiye Kaçar a ku di 5ê Cotmeha 1994an de li Stenbolê hat desteserkirin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17ê Cotmeha 1994an de li zozanê gundê Ortaçê yê navçeya Dêrxas a Mûşê dema ji bo dotina ajalan çûbûn di nav operasyoneke leşkerî de man û piştî wê tu agahî ji wan nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Ayşenur Şîmşek a ku di 24ê Çileya 1995an de li Enqereyê hat desteserkirin û cenazeyê wê yê îşkencekirî piştî 76 rojan li Goristana Bêkesan a Kirikkaleyê wekî “kesê nasnameya wî ne diyar” binaxkirî hat dîtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Hatîce Şîmşek a ku di Gulana 1995an de li Bismila Amedê hat desteserkirin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Şukran Daş a ku di 7ê Îlona 1996an de di serdegirtina polîsên sivîl ên Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê ya li ser maleke li Rezana Amedê de hat desteserkirin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Hatîce Atalay a ku di 10ê Îlona 1996an de dema zeviyê xwe yê kîlometreyekê dûrî mala xwe av dida di encama gulebarana midûriyeta ewlehiyê de jiyana xwe ji dest da, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Fahriye Mordenîz a ku di 28ê Mijdara 1996an de li Amedê ligel hevjînê xwe Mahmut hat desteserkirin û piştî 2 salan hat fêmkirin ku li Goristana Asrî ya Cizîrê wekî “kesê nasnameya wî ne diyar” hatiye binaxkirin lê hê jî gora wê nehatiye dîtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Zozan Eren a ku di 26ê Îlona 1997an de li ser rêya Pasûr-Amedê otomobîla wan hat rawestandin, ligel hevjînê xwe Orhan bi Torosa spî hat revandin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Neslihan Uslu ya ku di 31ê Adara 1998an de li Alaçatiya Çeşmeya Îzmîrê ligel 3 hevalên xwe hat desteserkirin û piştî wê tu agahî jê nehat girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Konca Kuriş a ku di şeva 16ê Tîrmeha 1998an de li Mêrsînê ji aliyê Hîzbullaha girêdayî dewleta kûr ve hat revandin û di 21ê Çileya 2000î de piştî îşkenceyê di jêrzemîna vîlayekê de li Merama Konyayê cenazeyê wê hat dîtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Dayika Taybet, Taybet Înan a ku di 14ê Kanûna 2015an de li Silopiyayê di dema qedexeya derketina kolanan de hat kuştin û cenazeyê wê heft rojan li nav kolanê hat hiştin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Gulîstan Doku ya ku di 5ê Çileya 2020î de li Dêrsimê winda bû û ji wê dîrokê ve tu agahî jê nehatiye girtin, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Nagihan Akarsel a ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyeyê rastî êrîşa çekdarî hat, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo Gulîstan Tara ya ku di 23yê Tebaxa 2024an de li Silêmaniyeyê di encama êrîşa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest da, em dadweriyê dixwazin!   * Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn a ku di 19ê Kanûna 2024an de ligel hevalê xwe Nazim Daştan dema geşedanên li Rojava li cihê bûyerê dişopandin di encama êrîşa hewayî de hat qetilkirin, em dadweriyê dixwazin!   Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê di hefteya 764'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Siddik Kaya yê ku di 20'ê Mijdara 2002'yan de li gundê Qerepûngalê yê navçeya Gimgima Mûşê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin û windakirin, hat pirsîn. Rêveber û endamên ÎHD'ê, xizmên windayan, endamên saziyên civakî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Çîroka Siddik Kaya ji aliyê Hevseroka ÎHDa Êlihê Melek Atalay ve hate xwend.   Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 254an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îslam Terkoglu yê 23'yê Mijdara 2006'an de li navenda Geverê ji aliyê leşkeran ve hatibûn kuştin hate pirsîn.   Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Eren Baskin ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî 20 salan jî di doza Îslam Terkoglu de tu tişt tune ye.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Riha    Şaxa ÎHD ya Rihayê, di hefteya 88'emîn de, çalakiya xwe li darxist û li aqûbeta Huseyin Taşkaya pirsî. Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan beşdarî daxuyaniya li ber Navenda Novada Park bûn. Daxuyanî ji hêla endamê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Osman Kina ve hate xwendin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.