‘Bazara Noelê’ bi beşdarbûna 25 jinan dest pê kir 2026-11-21 15:43:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Jinên Suryan “Bazara Noelê" li Dêra Mar Petrûs û Pawlos ya li Qamişloyê vekir.   Saziya Jinên Suryan îro "Bazara Noelê" vekir. 25 jinên ji pêkhateyên Xiristiyan, Kurd û Ereb dê li hola Dêra Katolîk a Suryanî ya Mar Petrûs û Pawlos a li Qamişloyê destkariyên xwe pêşkêş bikin. Bazar dê 2 rojan, ji saet 10:00’an heta 20:00’an bidome.   Saziya Jinên Suryanî salê 2 caran; di dema Noel û Paskalyayê de, bazarê li dar dixe da ku piştgiriyê bide jinan, jêhatîbûn û behreyên wan bi pêş bixe.   Berpirsa Saziya Jinên Suryan Hilda Bahî diyar kir ku armanca bazarê ew e ku ji bo jinan bazarekê peyda bike da ku hunerên xwe nîşan bidin û berhemên xwe pêşkêş bikin.