
Di Hefteya Berastengdaran de şitil ji bo hişyariyê hatin çandin
- 15:07 9 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Xizmetên a û Kal û Pîran a Şaredariya Peyasê di çarçoveya bernameya Hefteya Berastengdaran a navbera 10-25’ê Gulanê de, ji bo hişyarkirinê çalakiyek çandina şitlên daran li dar xist.
Gerînendetiya Xizmetên a û Kal û Pîran a Şaredariya Peyasê di çarçoveya bernameya Hefteya Berastengdaran a navbera 10-25’ê Gulanê de, ji bo hişyarkirinê çalakiyek çandina şitlên daran li dar xist. Bernameya ku di bin Gerînendetiya Şaredariyê de hat lidarxistin, bi beşdariyeke hevbeş a Gerînendeyên Xizmetên Berastengdar û Pîr û Kalan ya Şaredariya Bajarê Mezin û ên navçeyên din ve hat lidarxistin.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dûndar, endamên komîsyona berastengdaran, encûmenên şaredariyê, nûnerên gelek komeleyên berastengdaran û saziyên pêwendîdar beşdarî çalakiya şitil û dar çinînê bûn.
Hevşaredar Cengîz Dûndar ku beşdarî bernameyê bû û di çandina şitlan de cih girt. Dündar, bi malbatan re eleqeyek mezin nîşan da û bi wan re sohbet kir. Bername ji bo beşdarbûna kesên berastengdar û extiyaran ya jiyana civakî û hişyarkirinê, gaveke girîng hate hesibandin.