12'yê Gulana 1974'an: Leyla Qasim hat darvekirin

  • 09:01 12 Gulan 2025
  • Di Dîrokê De Îro
 
Leyla Qasim di 12'yê Gulana 1974'an ji hêla Rêjîma Baasê ve hat darvekirin. Leyla Qasim jinek têkoşer ya kurd e, di sala 1952’yê de li gundê Bamîlî yê navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyala ji malbatek hejar û welatparêz a kurd hatiye dinê. Leyla di 20 saliya xwe de di nava Yêkitiya Xwendekarên Kurdistanê de cih digire, xebat û têkoşîna xwe birêve dibe. Leyla ji bo mafê gel di nava têkoşînê de cih digire. Leyla ji bo dengê Gelê Kurd li cîhanê bide bihîstandin çalakiya revandina balafirê pêk tîne. Leyla û 4 hevalên wê di 24'ê nîsan 1974'an de tên girtin û li girtîgehê bi îşkenceyên hovane re rûbirû dimînin. Leyla bi têkoşîna xwe girêdanbûna xwe ya Gelê Kurd nîşan da. Leyla ji hêla Rêjima Baasê ve di 12'yê Gulanê de serê sibehê tê darvekirin. 
 
Bûyerên din ên girîng ên di dîrokê de derketin pêş wiha ne:
 
1897: Nîvîskar û aktîvîsta Fînlandiyayî Mînna Canth, dukana malbata xwe dixebitand û dest bi nivîsê kir. Mînna di nivîsên xwe de mijarên der barê mafê jinan de digire dest. Lîstikên wê yên herî tê zanîn ‘Hevjîna karker’, ‘malbata keşîşin’ û  lîstika wê ya ‘Anna Lîîsa’ ji fîlm û operayan re bûye mijar. Mînna îro jiyana xwe ji dest da. 
 
1925: Amy Lawrence Lowel, helbestkarek DYA’yî bû. 96 sal berê îro jiyana xwe ji dest daye û salek piştî mirina wê şûnde, xelata Helbestan a Pulîtzer girt. 
 
1965: Ji ber piştgiriya  hemşîreyan a ji bo civkê, rojbûna Florence Nîghtîngale yanî îro, wek Roja Hemşîreyan a Navneteweyî tê pîrozkirin.
 
1994: Kîmyagera Îngîlîz Dorothy Mary Crowfoot Hodgkîn, ji çêbûna işina X diyar bike, bû pêşenga ku biyomolekul di çêbûna biyolojiyê de alavek girîng e. Doroth, penîsîlîna ku berê ji aliyê  Edward Abraham û Ernst Borîs Chaîn ve hatibûn texmînkirin, ji bo çêkirina wê bê piştrastkirin, di 1964’an de Xela Nobelê ya Kîmyayê girt. 
 
2014: Bi hezaran jinên Îranê wêneyên xwe yên serê wan vekirî di çapemenya civakî de parve kir û qanûnên ku girtina jinan ferz dikirin protesto kirin. Rojnamegera jin a Îranî Masîh Alînejad di facebookê de dîmenên jinên ku li derve li parkan, kolanan serê wan vekiriye parve kir. Di 10 rojan de ji aliyê 130 hezar kesî ve hat ecibandin. Jinan di şîroveyên bin wêneyan de gotin ‘Em dixwazin ba û rojê li ser porê xwe hîs bikin’.
 
2020: Aktîvîsta TJA’yê Newal Paçal, li Edeneyê di encama herîkan xwînê ya ser mêjî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Newalê ji Edeneyê anîn Êlihê û li goristana Tilmiz hat definkirin. TJA’yê peyam weşand û ji malbatê re sersaxî xwest.