ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 31 Tîrmeh 2025
  • Rojev
 
*Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Parêzera girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç, Zozan Oymak da zanîn ku bangên li Wezareta Dadê dikin bê bersiv dimînin û got rewşa Gulbahar Kiskaç pir krîtîk e.DÎMEN HEYE
 
* Siyasetmedar Feleknas Uca diyar kir ku Êzidiyan ji fermana jiyane vejinek nû esas girtine û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd yên ji bo Êzidiyan kirine jî bi bîr xist û got: “Em Êzidî ji bo banga guherînê amade ne ku pêşengiyê bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara DEM Partî ya Kopê Aryan Dogan da zanîn ku dema qeyûman de hemû malê aydê şaredariyê hatine firotin û projeyên tedbîrên tasarufê pêşî li projeyên wan digirin û got: “Tevî vê em ê demek nêz de Navenda Jiyana Jinê bikin jiyanê.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku feraseta serdest a mêr û polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya mêr normal dike û gotin divê jin ewle bin û xwe azad hîs bikin.  Her wiha gotin divê hişmendiya civakî di vê mijarê de bê afirandin.DÎMEN HEYE
 
*Fatoş Sarikaya der barê pêvajoya aştiyê de axivî û got tevlibûna jinan girînge û wiha domand: “Têkoşîna jinan wê bi daxwaza aştiyê sînor nemîne û di heman demê de di esasa wekheviya zayenda civakî de wê şansê jiyanek alternatîf bidest bixe.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî got: “Projeya me ya lokanteya bajar heye. Niha didome. Wê tenê jin di wir de bên îstîhdamkirin. Wê tenê jin bixebitin ku di alî aborî de jê sûdê bigirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hat hînbûn ku Melîha Kaya, ku di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, mehek berê ji ber ku ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve tundî dîtiye û derbarê wî kesî de biryara dûrxistinê hatiye dayin.