Tundiya mêr a zêde bûye: Em dixwazin azad bin

  • 09:03 31 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz-Memîhan Zeydan
 
WAN - Jinan diyar kirin ku feraseta serdest a mêr û polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya mêr normal dike û gotin divê jin ewle bin û xwe azad hîs bikin.  Her wiha gotin divê hişmendiya civakî di vê mijarê de bê afirandin.
 
Ji ber tundiya mêr her roj herî kêm jinek ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê û polîtîkayên dijminê jinê tundiyê normal dike û zêde dike. Çeteleya tundiyê ya ajansa me û raporên rêxistinên jinan tundiya mêr derdixe holê.
 
Jinên Wanê der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku divê hişmendiya civakî bê zêdekirin.
 
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê teşwîq dikin’
 
Zozan Denîz got yek ji sedemên zêdebûna qetilkirina jinan nebûna xebatên hiqûqî ne û got: “Ji ber hiqûq pêk nayê jin xwe ewle hîs nakin. Li tu qadê ewlehiya jinan tuneye. Ev ji malbatê, ji terza mezinkirinê diqewime.Tundiya di civakê de ji ber vê her diçe zêde dibe. Ev birîna civakê ye. Ji ber cezayên bi bandor nayên dayîn bûyer zêde bûne. Polîtîkayên bêcezahiştinê teşwîq dikin.”
 
‘Em dixwazin azad bibin’
 
Mujde Turgay destnîşan kir ku qetilkirinên jinan gihiştine astek cidî û wiha bi lêv kir: “Divê êdî jin azad bijîn. Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Em dixwazin azad bibin. Çawa mêr bi şev derdikevin derve bila jin jî derkevin. Bila êdî pêşî li tundiyê bê girtin. Ev mijarek girîng e. Ev êşek mezin e. Divê em xwe ewle hîs bikin.”
 
‘Naxwazim bi tirs û fikar bijîm’
 
Rojda Safali  jî wiha got: “Ji ber tundiyê xwe ewle hîs nakim. Nizanin ku li ku derê tundî dertê pêş wan. Divê ev tundî raweste û edalet pêk bê. Ez bi fikar im. Divê pêşî li vê bê girtin. Di zêdebûna tundiyê de polîtîkaya bêcezahiştinê bi bandor e. Divê gumanbar bên cezakirin.”
 
‘Divê hişmendî bê zêdekirin’
 
Esra Kaplan jî wiha got: “Zîhniyeta mêr ji têkoşîna jinan nerehet dibin. Naxwazin jin li her qadê cih bigirin. Divê gumanbarên tundiyê, gumanbarên jinan bên qetilkirin. Divê neyên parastin. Divê civak di vê mijarê de bibe xwedî hişmendî û hişmendiya civakî bê zêdekirin.”
 
Zubeyde Salîhoglu jî diyar kir ku her sibeh bi nûçeyek qetilkirina jinan şiyar dibin û daraz jî divê mijarê de berpirsyariya xwe nayne cih. Zubeyde Salîhoglu wiha anî ziman: “Divê cezayên giran li gumanbaran bê birîn. Divê cezayên giran bidin ku ev bibe mînak.”