Welatiyên li herêmên şewatê: Dereng mudaxele kirin

  • 09:14 17 Tebax 2025
  • Ekolojî
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED-Welatiyên li naveçyên Karaz û Hênê diyar kirin ku dereng mudaxele li şeatê hatiye kirin û gotin ku şewat li aliyê qerekolê derketiye.
 
Di 15'ê Tebaxê de li navçeyên Henê, Karaz û Licê yên bajarê Amed şewat derket. Şewata  ku bandor li derdora gelek gundan kir, ji ber derengmayîna mudaxeleyê bi hezaran donim daristan şewitîn. Her çend şeata ku di 16'ê  Tebaxê de di saetên serê sibê de hatibe vemirandin jî, li dora nîvro dîsa gûr bûye. Li vir jî piştî hewldanên tevahiya rojê, agir di dawiyê de hat vemirandin. Welatiyên ku ji agirê li gundên Celkê û Dahblo  ên navçeya Licê û her weha yên ku ji agirê li gundên din bandor bûne, li ser karesatê ji JINNEWS re axivîn.
 
'Heta ku  hatin her tişt şewitî'
 
Selma Pamuk ku ji gundê Dahblo ê Licê ji ber şewatê bi giranî zirar dît, derbarê pêşketinan de agahî parve kir. Selma Pamuk, destnîşan kir ku alîkarî dereng gihîşt û agir hîn bêtir belav bû û got, "Saet li dora 14:00'an piştî nîvro bû û em hemû rûniştîbûn. Ji nişkê ve, keça min hat hundir û got, 'Dayê, şewat derket.' Em tavilê rabûn; bîrên me zuwa bûbûn. Me ew ava ku mabû  jî ji bo evmirandinê bi kara anî. Piştre, bayekî zêde lê da û agir hîn gûrtir bû. Me çend caran gazî ekîba agirkujiyê kir, lê ew dereng man t ji ber ku li derên din jî şeata hebû. Em pir perîşan bûn; rûyê mêrê hevjînê şewitî bû. Me heta ava ku em ê vexwin jî bi kar anî. Piştre ekîba agirkujiyê gihîşt. Keça min ji agir bandor bû û birîndar bû. Tansiyona xesûya min bilind bû. Em ji rayedaran dixwazin ku bêtir avê bidin me. Ger ku têra me ava hebûya, agir nedigihîşt çiyayan; me yê ew vemiranda. Ava me têrê nekir û heta ku ew gihîştin, her tişt şewitî. Me hewl da ku agir heta saet 4:00 sibehê vemirînin."
 
'Em tevahiya şevê ranezan
 
Selma Pamuk wiha domand, "Li vir ava me qediya. Kesî xema me nexwar, hikûmetê xema me nexwar. Wan negot, 'Ava xelkê me qediya ye, werin em ji wan re tankek avê bînin.' Baxçeyên me şewitîn. Darên gwîzan bi serê xwe şîn nabin, ji ber vê yekê em wan av didin. Me gelek ked da ku wan mezin bikin, lê hemû şewitîn. Dema ku me ji bo darên xwe alîkarî xwest, wan got, 'Em tenê dikarin alîkariya xanî û derdora wê bikin.' Em tevahiya şevê ranezan. Ji ber ku her tişt dişewite, tiştek nema ku ajalên me bixwin."
 
'Hikûmetê tiştek nekir'
 
Fatma Ay, nişteciheke din a gundê Celê yê Lice yê ku du rojan şewatê lê berdewam kir, wêneyên kêliya ku agir derket parve kir. Fatma Ay got, "Agir li herêma li pişt qereqola polîsan dest pê kir. Dema ku dest pê kir, kesî zêde bala xwe neda, lê ew her ku diçû berfirehtir dibû, gihîşt me, û goristan şewitî. Me ajalên xwe şevekê li derve hiştin da ku heke şeat biqewime neşewitin. Îro wesayita agirkujiyê dereng gihîşt. Ger ew ji destpêkê ve rast bihatana, agir dê heta vê derê belav nebûya. Wan zêde bala xwe neda û roja din jî pir gêm eleqedar bûn. Me ji wan re got, Ba dê dîsa agir pêxe, tiştek bikin."
 
Hat îdakirin ku leşkeran şeat derxistiye"
 
Welatiyên din ên ku ji şeatê bi bandor bûne diyar kirin ku gelek şewat li nêzî qereqolên polîsan derketine û guman dikin ku ew bi zanebûn hatine derxistin. Wan her wiha destnîşan kirin ku leşkeran berê li herêmê şeat derxistiye. Nûnerên rêxistinên sivîl yên ku serdana herêmê kirin, gumanên wekhev anîn ziman û destwerdana bilez a şeatên ku li nêzî qereqolên polîsan dest pê kirine wekî nîşana xemsariyê destnîşan kirin.