
ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2025'AN
- 09:00 18 Tebax 2025
- Rojev
*Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk ku qeyûm li şûna wê hat bicihkirin, diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê û demokratîkbûna civakî vekişîna qeyûman ferze. DÎMEN HEYE
*Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Newroz Unverdî da zanîn ku divê pêvajo bi perspektîfa jinan bê dîtin û got: “Pêvajo tenê bi mêran nayê meşandin. Ji bo em tevli pêvajoyê bibin têdikoşin.” DÎMEN HEYE
*Avabûna dewletê ji bi awayekî sîstematîk bi durxistina jinan a ji qada gelemperî û siyasî pêş ket. Nirxandina Abdullah Ocalan , karekterê serdestiya mêr a dewletê bi aliyên îdeolojîk û dîrokî datîne holê. DOSYA
*Hevjîna girtiyê nexweşê şîzofrenê Feyzî Adanir, Nesîbe Adanir da zanîn ku divê hevjînê wê demidlest bê berdan û got: “Aştî wisa nabe, divê cîhan di mijara mafên mirovan de dengê xwe bilind bike.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka SES'ê ya Agiriyê Azîze Ertaş der barê qelsiyên nexweşxaneyan û întîxarên zêde bûne de axivî û got li Agiriyê rêjeya welidînê zêde ye lê polîklînîk kêmin. Azîze Ertaş wih agot: “Bûyerên întîxarê yên di navbera temenê 14-18’an de zêde bûye. Ev pirsgirêkek girîng a civakî ye. Sedema vê polîtîkayên siyasî û civakî yên dewletê ne.” DÎMEN HEYE
* Jinên Rihayê balkişandin ser tundî û qetîlkirinên jinan yên her diçin zêde dibin û diyar kirin ku di rewşa ku aştî pêk bê de wê pêşî li qetilkirina jinan jî bê girtin. DÎMEN HEYE