
Elîf Gemîcîoglu: Em ji bo pêvajo neyê têkbirin dixebitin
- 09:03 20 Tebax 2025
- Rojane
WAN - Elîf Gemîcîoglu, yek ji karkerên ku ji hêla qayim ve ji kar hatye derxistin, diyar kir ku wê bi belgeya ku dewletê dayiyê perwerdeya bi kurdî daye û ji ber vê sedemê ji kar hatiye avêtin. Elîf Gemîcîoglu got, "Aştî bi desteserkirina debara gel nayê bidestxistin. Em ne tenê ji ber ku em ji kar hatine avêtin, lê di heman demê de ji bo ku pêvajoya ber bi aştiyê ve diçe neyê têkbirin, çalakiyan dikin û emê serî li rêyên hiqûqî bidin"
Danîna qayim a ser şaredariyan ji sala 2016’an vir ve li Kurdistan û Tirkiyeyê sê serdem in berdewam dike. Ji hilbijartinên herêmî yên 2024’an vir ve, bi tevahî li 13 şaredariyan qeyûman hatine bicihkirin ku 10 ji wan şaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 3 jî yên CHP’ê ne. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de bi dengdana gel hatibûn hilbijartin, di 15’ê Sibatê de ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin bicihkirin.
Di demekê de ku ev pêşketin diqewimin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Vê bangê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Tirkiye û Kurdistanê, serdemeke nû da destpêkirin. Vê pêvajoyê li çaraliyê cîhanê deng veda û ji gelek beşên civakê piştgirî wergirt. Tevî vê pêvajoya berdewam, qayimê ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû bicihkirin di 29’ê Tîrmehê de bêyî ku sedemek nîşan bide 223 karmendên şaredariyê ji kar dûr xist. Di nav kesên ku ji kar hatine dûrxistin de 14 jin û 7 kesên astengdar hebûn. Xebatkarên şaredariyê yên ji kar hatine dûrxistin tu agahî negirtin û li şûna wê bi telefonê ji wan re gotin, "Lêkolîna arşîva we neyînî bûye, ji ber vê yekê, mafê we yê xebatê hatiye rawestandin."
Elîf Gemîcîoglu, yek ji kesên ku ji kar hatine dûrxistin, li ser polîtîkayên qayim tevî pêvajoya berdewam şîrove kir.
Elîf Gemîcîoglu, diyar kir ku qayim bi xwe pirsgirêkek e û ji kar derxistina wan ne bê girêdan bi pêvajoya berdewam re ye. Wê diyar kir ku sedema sereke ya ku qayim karker ji kar dûr xistine ew e ku ew Kurd in. Elîf Gemîcîoglu "Qeyûm bi daxuyaniyên wekî 'Divê destwerdana karê kesî neyê kirin, her tişt baş diçin' dest bi kar kir. Tam di demekê de ku tişt baş diçûn, dema ku bala her kesî li ser pêşketinên li Enqerê bû, avêtina gaveke wisa di nav gel, karker û karmendan de bêhêvîtî, nerehetî û bêbawerî çêkir."
‘Ev biryarek bi tevahî keyfî û siyasî ye’
Elîf Gemîcîoglu, tekez kir ku divê dewlet û berpirsiyarên pêvajoyê ciddî nêzî pêvajoya heyî bibin û got, "Ew ji raya giştî re dibêjin, 'Em xwişk û bira ne, em ê bi hev re bi şert û mercên wekhev bijîn. Lê ji aliyekî din ve, ew zêdetirî 200 kesan tenê ji ber ku ew Kurd in ji kar derdixin ku heft ji wan astengdarên fîzîkî ne. Ev biryarek bi tevahî keyfî û siyasî ye."
‘Ji kar derxistina 223 kesan bêbaweriyê diafirîne’
Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku mirov ji pêvajoyê bi heyecan û hêvîdar in û destnîşan kir ku dema tişt baş diçin, berevajîkirin derbeyek li pêvajoyê ye. Elîf Gemîcîoglu, destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm dê bibin sedema têkçûna pêvajoyê û bêbaweriyek cidî û wiha berdewam kir "Îro, dema ku divê her tişt baştir bibe û şert û mercên wekhev werin pêşvexistin, danîna qayiman li ser şaredariyan bi serê xwe pirsgirêkek e. Wekî ku ev ne bes be, dema ku her kes li benda ravekirinek erênî ye, ji kar derxistina 223 kesan niha bêbaweriyek tevahî diafirîne."
‘Bi belgeya ku hikümetê daye dersen Kurdî dan’
Elîf Gemîcîoglu, bi bîr xist ku piştî pêvajo di sala 2015’an de têk çû, cara yekem qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin û got, "Bi qeyûman re, gelek kesan debara xwe ya jiyanê winda kirin. Her kes bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' ji kar hat avêtin. Ez mînakek bidim: Navendên hînkirina zimanê Kurdî berî damezrandina Komeleyên Lêkolînên Zimanê Kurdî hatin vekirin. Çawa ku dewlet destûrê dide navendên hînkirina Îngilîzî an Almanî, ew destûrê dide Kurdî jî. Dewletê ji me re got, 'Em ê ji bo kesên ku di vê perwerdeyê re derbas dibin azmûnê bikin.'Min azmûn derbas kir û bi belgeya fermî ya ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatî dayîn mezûn bûm. Di sala 2012’an de, şaredariyê îlanek karekî belav kir ku ji bo perwerdedayîna bi Kurdî bû. Ji ber ku min van şertên şaredariyê bi cih anîn, min serlêdan kir û dest bi kar kir. Min bi belgeyaku ji hêla hikûmetê ve hatî dayîn dersên Kurdî dan. Tevî vê yekê, ez dîsa ji ber vê sedemê ji kar hatim avêtin."
‘Bi jiholêrakirina debara gel aştî pêk nayê’
Elîf Gemîcîoglu, tekez kir ku sedema tenê ya ji kar dûrxistina wê ew e ku ew mamosteya Kurdî û Kurd e û got, "Çi dibe bila bibe, divê ev kiryar werin rawestandin. Ger gavek tê avêtin, divê dewlet û hikûmet cidiyeta xwe îspat bikin. Aştî bi sextekarî pêk nayê. Ger aştî pêk neyê, tenê Kurd dê winda nekin. Divê ev kiryar di zûtirîn demê de werin paşvexistin. Em ê bi israr li têbikoşin ji ber ku em bawer dikin ku ev neheqiya ku li me hatiye kirin dê derbeyek li pêvajoyê bide."
‘Em ê jiyanek wekhev, hevpar û adîlane ava bikin’
Elîf Gemîcîoglu tekez kir ku ew ji 29’ê Tîrmehê ve ne tenê ji ber ku ji karên xwe hatine avêtin, lê di heman demê de ji bo ku pêşî li têkbirina pêvajoya aştiyê bigirin, di çalakiyan de ne. Elîf Gemîcîoglu tekez kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û got, "Hemû rêyên qanûnî dê werin bikaranîn, dê bi Enqerê re nîqaş werin kirin û heta ku encamek erênî were bidestxistin, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em ê nehêlin ku debara me winda bibe an jî ev pêvajo têk biçe. Li her derê ku bêqanûnî hebe, berxwedan hebûye û wê hebe. Bêqanûnî heye. Pêvajo bêqanûniyê qebûl nake; berevajî vê, em di pêvajoya avakirina jiyanek wekhev, hevpar û dadperwer de ne."
'Em ê her roj bi israr bisekinin heta ku ev neheqî çareser bibe'
Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku ew ê qet neheqiya berdewam qebûl nekin û got, "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê hemû rêyên qanûnî bişopînin. Em ê biçin dadgehê, bi parêzer û siyasetmedaran re hevdîtin bikin û meseleyê bibin Enqerê. Em ê her roj bi israr têbikoşin heta ku ev neheqî çareser bibe."
‘Li her derê ku neheqî hebe, em bibin yek’
Elîf Gemîcîoglu, diyar kir ku ew ê ji rêxistinên sivî, partiyên siyasî û her kesê ku red dike neheqiyê bixwazin ku ji bo jiholêrakirina bêqanûniya berdewam bi wan re bisekinin û wiha dawî lê anî, "Ev banga min ji hemû beşên civakê re ye, ji Kurdan bigire heta Tirkan û Ereban: Werin em li her derê ku neheqî hebe bibin yek. Ji Stenbolê bigire heta Tekîrdagê, ji Colemêrgê bigire heta Şirnexê ne girîng e. Aştî dê bı ser nekeve heya ku mirov nebin yek û piştgiriyê nedin hev. Ji ber vê yekê, ev banga min ji her kesî re ye: Werin em li her derê ku neheqî hebe bibêjin 'na'."