HTŞ li Şamê qenalekî televîzyonê girt

  • 16:45 18 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Perwerdeyê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye, bêyî ku biryareke fermî bide, televîzyona ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt û karmendên wê ji kar derxist.
 
Wezareta Perwerdeyê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst de ye, di 14’ê Îlonê de bêyî ku biryareke fermî bide, bi biryarekî devkî kanala perwerdeyê ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt û karmendên wê ji kar derxist.
 
Wezareta Perwerdeyê ya rêveberiya demkî, weşana kanalê rawestand, mûçeyên karmendên wê yên daîmî ku hejmara wan 40 e, sekinand û her wiha nêzî 70 karmendên din dûr xistin. Di heman demê de hejmareke karmend veguhastin parêzgehên din.
 
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), karmendan, diyar kir ku rayedaran avahiya kanalê girt û nehişt ew kel û pelên xwe yên şexsî jî bi xwe re bibin. Piştre ew veguhestan dibistanekê ku ew jî piştre hat girtin. Karmendan, wiha gotin: "Rojane em diçin pêşiya avahiya demkî, lê derî girtî ne. Nahêlin em derbasî avahiyê bibin. Em li kolanê li pêşiya avahiya girtî rûdinin. Em îmzeyê didin da ku amadebûna xwe îsbat bikin."
 
Karmendan da zanîn ku wan tevahî daxwazên xwe yên der barê rewşê de anîn ziman lê tu bersiv nehatine dayîn. Karmend bi fikar in ku ji bo parêzgehên din werin veguhastin û got "Em ê li ku derê xew bikin? Li kolanan? An armanca wan ew e ku em îstîfa bikin?"
 
Mûçeyên sîstema "kuponê" ên karmendan ji destpêka vê salê ve nehatine dayîn.