Çîgdem Kozan: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan şert e
- 09:02 15 Kanûn 2025
- Rojane
ENQERE - Hevseroka OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan da zanîn ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê kanalên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re vekirîbin û got pêkanîna mafê hêviyê ji bo aştiya civakî gava sereke ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Abdullah Ocalan bi banga kir balkişand ser qanûnên ku pêvajoya pevçûnê bidawî dike û derbasî komara demokratîk dibe. Komara demokratîk jî li ser sê sernavan girt dest. Di vê çarçoveyê de wek pergala hiqûqî ya giştî ya wek ‘Qanûna welatiyê azad, Qanûna aştî û civaka demokratîk, qanûnên azadiyê’ pênase kir.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Çîgdem Koban der barê mijarê de axivî.
‘Divê kanalên diyalogê neyên sînorkirin’
Çîgdem Kozan da zanîn ku yek ji şertê esas ê ku pêvajo baş bimeşe ev e ku divê kanalên diyalog û hevdîtinan ne bi sînor bin û wiha got: “Birêz Ocalan li ser navê aliyê Kurd aktorê sereke yê muzakereyê ye. Ji bo her du aliyan çareserî bê xwestin divê di şertên wekhev de pêk bê. Ji bo pêvajo baş bimeşe divê kanalên diyalogê vekirîbin.”
‘Gotina Birêz Ocalan wê pêşiya aştiya civakî vebike’
Çîgdem Kozan wiha vegot: “Ger ku gotin û pêşniyarên Abdullah Ocalan ji aliyê hemû aliyên civakî ve baş bên fêkirin wê pêşiya aştiya civakî vebike. Biryara DMME’yê ya binpêkirinê heye, biryara mafê hêviyê heye. Divê Tirkiye li gorî vê tevbigere û şertên azadiya Birêz Ocalan biafirîne. Li Tirkiyeyê mafê kirina siyasetê bi destê hiqûqê ji aliyê desthilatdariyê ve tê astengkirin. Kesên mafê siyaseta demokratîk bikar tînin tên binçavkirin, girtin û doz lê tên vekirin. Divê daraz êdî ji vê rewşa alavbûnê derkeve. Divê rol û mîsyona xwe bilîze.”
‘Divê pirsgirêk bi axaftinan bê çareserkirin’
Çîgdem Kozan destnîşan kir ku DMME’yê derxistiye holê ku bi biryarên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag mafê siyasetê li Kurdan hatiye astengkirin û wiha dirêjî dayê: “Bi girtinan pêşîgirtina siyasetê hatiye armanckirin. Bi aşkera mafê siyasetê li Kurdan hatiye astengkirin. Mafê Kurdan ji dest tê girtin. Bi destê darazê tê krîmînalîzekirin û girtin. Polîtîka qeyûm jî berhema heman ferasetê ye. Lê wek Birêz Ocalan jî gotiye pirsgirêk bi axaftinê divê bê çareserkirin û ji bo mafan zemîna qanûnî bê avakirin. Ya ku derfet bide têkoşîna siyasî ya demokratîk jî ewlehiya qanûnî ye. Di vî alî de ev ferz e. Ger ku pirsgirêk bi riya siyaseta demokratîk bê çareserkirin; naskirina mafê siyaseta demokratîk, naskirina hebûna Kurdan, naskirina mafê kolektîf ê Kurdan nekeve bin ewlehiyê aştî jî ne pêkan e.”
‘Ya esas azadiya Birêz Ocalan e’
Çîgdem Kozan daxuyakirinku divê hiqûq demokratîk û azad be û heta ev pêk neyê aştî jî ne pêkan e. Çîgdem Kozan wiha bi lêv kir: “Divê demildest û ewil azadiya Abdullah Ocalan pêk bê û mafê hêviyê pêk bê. Divê muzakere di şert û mercên wekhev de bimeşin. Divê serekrastkirinên qanûnî bên kirin. Divê mafê kolektîf ên Kurdan bikevin bin ewlehiyê. Divê di mijara ziman de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Tişta ku demokratîkbûnê mayînde dike peymana civakî û destûreke bingehîn a nû ye. Pêvajoyên aştiyê divê rûhevhatinê jî pêkan bike. Bi heqîqetê re neyên rû hev aştî jî ne pêkan e. Ya din jî rewşa girtiyên nexweş e. Divê lijneyên îdarî û şopandinê dest ji pêkanînên kêfî berdin. Divê dest ji pêkanînên dijhiqûqî yên qeyûman berdin. Pêşketina pêvajoyê girêdayê îradeya çareserî û aştiyê ye.”








