Ji qedexeyên derketina derve ber bi daxwaza aştiyê ve
- 09:03 15 Kanûn 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX-Zeycan Taşkin ku di qedexeyên derketina derve de hevjînê xwe winda kir û bi 4 zarokên xwe re 10 sal in têkoşîna jiyanê dide wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Min hevjînê xwe winda kir. Em êşên mezin jiyan. Bila kesên din vê êşê nejîn.”
Li Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di dema qedexeyê de bi sedan kes hatin qetilkirin. Şopa şer a li bajar hîna jî didome. Malbatên ku zarokên xwe winda kirin, bi sedan zarokên bê dê û bav man hene. Li Cizîrê her kes bi êşek kûr dijî.
Zeycan Taşkin di qedexeyan de hevjînê xwe Cabbar Taşkin winda dike. Zeycan Taşkin piştî hevjînê xwe winda dike bi zarokên xwe ku yê mezin 15 yê biçûk 9 salî bû têkoşîna jiyanê dide.
Zeycan Taşkin daxuyakirin ku ji ber zextan nikare wêneyê hevjînê xwe jî li mala xwe daliqîne û pêvajoya qedexeyê ji ajansa me re vegot.
‘Min dengê hewarê bihîst lê nikaribûm biçim’
Zeycan Taşkin diyar kir ku hevjînê xwe Cabbar Taşkin di qedexeyan de winda kiriye û wiha got: “Hevjînê min ji bo biçe lavaboyê ji malê derket û wê demê gule hat reşandin. Dengê qêrîna wî hat. Min hewara wî bihîst lê ji ber guleyên dihatin reşandin nikaribûm biçim cem wî. Ez tirsiyam. Min got ez jî bimrim wê zarokên min tenê bimînin. Piştre ez bi saetan sekinîm. Saet 9-10’ê şevê bû. Ez ber bi wî alî ve çûm. Hevjînê min li erdê bû. Lê min fêm nekir çi bûye. Min çavê xwe vekir ez li malê me. Sibehê ez çûm ku li hevjînê xwe binêrim. Ez çûm ne li wir bû. Saet dora 9’an bû. Min dizanibû cenaze birine mala şînê. Min kurê xwe yê 10 salî girt û ez çûm mala şînê. Lê gel nehişt ez bikevim hundir. Lê ez û kurê xwe ketin hundir. Cenaze li ser maseyê bû. Min ewil got belkî birîndar e. Kurê min biçûk bû ditirsiya, ez jî ditirsiyam. Min got ‘Hasan kurê min bavê te kuştine’. Hasan bi qêrîn ji wir derket. Ez jî li pey kurê xwe çûm. Min kurê xwe girt û em çûn malê. Cenaze du rojan li mala şînê ma.”
‘Ez û du zarokên xwe tenê mabûn’
Zeycan Taşkin destnîşan kir ku zarokên wê yên 14 û 15 salî ji bo xebatê çûbûn bajerekî din û wiha vegot: “Me nikaribûn êdî li mala xwe razên. Ji ber ez û du zarokên xwe yên biçûk mabûn. Xezûrê min jî çûbû mala kurê xwe yê din. Ez tenê mabûm, xizmên me ez jî birim mala xezûrê min.”
‘Piştî hevjînê min me pir zehmetî kişandin’
Zeycan Taşkin wiha dirêjî dayê: “Piştî hevjînê min me pir zor û zehmetî kişand. Me rezîlî dît. Me tunebûn dît. Em havînan diçin findiqan kom dikin. Ji hevjînê min tiştek nema. Malbata hevjînê min alîkariya min nekir. Tiştek nedan min. Ez bi tena serê xwe dixebitim. Lê êdî ez nexweş im. Ez nexweşa şekir, tansiyon û kolestrolê me. Ez zehmetiyan dikşînim.”
‘Bila kesên din vê êşê nejîn’
Zeycan Taşkin di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoyê û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimire. Min hevjînê xwe winda kir. Ez êşên mezin jiyam. Bila kesên din vê êşê nejîn. Bila kezeba dayikan neşewite.”







