‘Mafê Hêviyê ji bo pêkanîna aştiyê girîng e’
- 14:05 15 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Saziyên civakî li pêşiya Girtîgeha Amedê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mafê Hêviyê ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Pêkneanîna Mafê Hêviyê di nava civakê de heviya ji bo aştiyê kêm dike.
Di 10'ê Kanûna sala 1948'an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî beyannameya gerdunî ya mafê mirovan amade kir. Bi vê beyannameya ku ji 30 xalan pêk tê, mafên mirovan ên gerdûnî hatin diyarkirin. Piştî vê Neteweyên Yekbûyî di sala 1950an de 10-17'ê Kanûnê wekî hefteya “Mafê Mirovan” îlan kir. ÎHD, Komeleya Rosayê ya Jinan, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, OHD, TÎHV li Amedê bi bonaya Heftaya Mafê Mirovan li pêşiya Girtîgeha Amedê ya navçeya Amedê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de endam û rêveberên saziyên mafê mirovan, rêxistina DEM Partî DBPê ya Amedê û gelek kes tev li bûn. Pankarta “Girtîgeha Amedê bila bibe muzeya mafê mirovan” hate vekirin.
Rêveberê Şaxa OHDê ya Amedê, Ahmet Guler daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê dîroka girtîgehan dîroka kuştin û îşkenceyê ye û wiha axivî: “Îşkence, binpêkerina mafê girtiyan îro hê jî berdewam dike, ev jî bi paşêrojê re girêdayî ye. Piştî darbeya 12ê Îlonê Girtîgeha Amedê bû cihê politîkayên bişaftin û îşkenceyê. Piştî ewqas salan hê jî ev politîkayên îşkence û bişaftinê di girtîgehan de didomin. Bi taybet di girtigehên tîpa S, Y û R de politîkayên tecridê esas tên girtin. Ev girtigeh wekî modern îşkencexane ne. Bîrêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştî bangê li Tirkiyeyê rewşa aştiyê pêş ket. Lê hê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Mafê Hêviyê ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Nepêkanîna Mafê Hêviyê di nava civakê de heviya ji bo aştiyê kêm dike.”
Daxwazen saziyan ev in:
* Divê Mafê Hêviyê ji bo çareseriyê û ewlehiya hûqûqê bê naskirin.
* Divê dev ji şewitandina înfazan bê berdan.
* Divê sepanên îşkenceyê ji holê bên rakirin.
* Divê sepanên tecridê ji holê bên rakirin.
* Divê dev ji politîkayên cezanekirinê bê berdan.
* Divê girtîgeh di pêşiya pêvajoyê de nebin asteng.
Di dawiyê de Hevberdevkê “Koordînasyona Muzeya Girtîgeha Amedê” Şerefhan Aydin axivî û destnîşan kir ku ev girtîgeha di dîrokê de bûye navenda berxwedanê, navê xwe li dîrokê nivîsandiye û got: “Divê heqîqeta ve girtîgehê bê aşkerekirin. Lê em dibînin ku bi rêya restoresyonê tevahî heqîqet ji hole hatiye rakirin. Divê hem zilm hem jî berxwedana li vir bê parastin. Resterasyon bi salan e didome. Ji bo bîra gel ji holê rakin her tişt tê kirin. Divê gel rê nedê vê tişte.”







