CIVICUS: Parêzvanên mafên jinan bûn hedef

  • 10:42 16 Kanûn 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora 2025'an a rêxistina civaka sivîl CIVICUS'ê ragihand ku azadiya sivîl a navneteweyî teng bûye û parêzvanên mafên mirovan ên jinan (WHRD) bûne yek ji hedefên sereke yên zext, girtin û tundiyê.
 
Rapora 2025'an a rêxistina civaka sivîl CIVICUS'ê hat ragihandin. Li gorî raporê, beşeke girîng a nifûsa cîhanê li wan welatan e ku mafê azadiya fikrî, rêxistinî, kombûna aştiyane bi rêk û pêk lê têne binpêkirin.
 
Di rapora 2025'an a CIVICUS'ê de hate ragihandin ku li 83 welatan mirov ji azadiya sivîl a bingehîn bêpar hatine hiştin. Ev hejmar di sala 2020'î de 67 welat bûn. Li gorî raporê ji sedî 13 ê nifûsa cîhanê di sala 2020'î de li wan welatan diman ku azadiya sivîl di asteke girîng de dihate parastin. Ev rêje îro daketiye ji sedî 7'an. Di nava binpêkirinên mafên mirovan de yên sala 2025'an hatin bi belgekirin, binçavkirina kêfî ya parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û çalakgerên şermezarkirinê hebûn. Herî zêde jî parêzvanên mafên jinan bûn hedef.
 
Di raporê de hate ragihandin ku parêzvanên mafên mirovan ên jinan ne tenê ji ber karê xwe her wiha ji ber nasnameya xwe ya zayendî ya civakî li cihêkariyê û êrişan rast hatin. Tê gotin, di serî de rojnamevanên jin gelek aktîvîstên jin li ser înternetê bûn hedefa kampanyayên gefxwarin, destdirejî û têkbirina îmajê. Hate ragihandin ku pêwendiya vê yekê bi zbilindbûna populîzm, olperestî û rêveberiyên otorîter re heye.
 
Di rapora CIVICUS'ê de hate destnîşankirin ku torên li dijî karên edaleta zayendiya civakî û mafên jinan xurtir bûne. Tê gotin, ev torên ku ji aliyê siyasetmedarên populîst û komên olî yên fûndamentalîst ve têne birêvebirin, mafên jinan weke "gefek li ser nirxên kevneşop û ewlehiya neteweyî, zarok û malbatan" dibînin û kampanyayên dezenformasyonê dimeşînin.
 
Di raporê de binpêkirinên giran ên ku parêzvanên mafên mirovan ên jin lê rast tên, têne belgekirin. Di raporê de hate ragihandin ku li Îranê Pakhshan Azizi, Sharifeh Mohammadi û Verisheh Moradi bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Narges Mohammadi jî gelek caran hate girtin. Hate ragihandin ku li Hong Kong, Belarus, Meksika û Misrê gelek aktîvıstên jin bi kêfî hatin girtin.
 
Nivîskara raporê Reylynne Dela Paz anî ziman ku binpêkirin û zext bi rêk û pêk têne kirin û destnîşan kir ku jin û zarokên keç di têkoşîna aştî û edaletê de xwedî roleke jiyanî ye.