Xebatên Şaredariya Peyasê yên ji bo jinan didomin
- 14:45 16 Kanûn 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Xizmetên Ciwan û Werzîşê yên Şaredariya Peyasê bi hev re ji bo jinan dest bi kursên xweparastinê yên Kick-box yên belaş dike. Kursên ji bo sporasibehê jî berdewamin.
Di demeke de ku tundiya li dijî jinan bûye pirsgirêkek e mezin, Şaredariya Peyasê dê Kursên Xweparastinê yên Kickboxê pêşkêş bike, da ku jinan bihêz bike û li hember tundiyê xwe biparêzin. Kurs dê li Kompleksa Werzîşê ya 500 Evler, Navenda Jiyanê ya Jinan, Bazara Keda Jinan û Navenda Jiyanê ya 500 Evler ê yên şaredariyê, wekî beşek ji însiyatîfeke hevpar a Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Werzîşê bên lidarxistin. Herwiha şaredarî li aliyekî jî bo sporaa sibehê jî ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê ve bi hevkariya Klûba Oz Kayapinar Belediye Sporê tê lidarxistin, bi eleqeyeke mezin berdewam dike. Ev proje ku bi armanca teşwîqkirina jinan bo jiyaneke tendurist û çalak hatiye destpêkirin, bi awayekî serkeftî didome.
Xweparastin ne tenê teknîkek fîzîkî ye
Di daxuyaniya ku ji aliyê şaredariyê ve li ser mijarê hat dayîn de hat gotin: “Zêdebûna tundiyê di jiyana me ya rojane de ne tenê ji hêla êrîşên fîzîkî ve, lê her wiha ji hela gelek norm, zagon û medyayê ve jî tê meşandin. Ji bo jinan, xweparastin ne tenê teknîkek fîzîkî ye; di heman demê de pratîkeke berxwedan û bihêzkirinê ye. Ev kurs dê ji bo jinan bibe qadeke hevgirtinê da ku sînorên xwe biparêzin, pêşî li êrîşan bigirin û mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Em ê li dijî tundiya li ser jinan, bi mezinbûna têkoşîna takekesî û civakî re, bi hev re li hember bisekinin.”
Daxwaza serlêdanê ji bo kursên ku hatiye dest pê kirin, heta 20ê Kanûnê tên qebûlkirin û kurs dê di 5ê Rêbendana 2026an de dest pê bike.
Xebatên ji bo spoara sibehê
Li Peyasê, xebata spora sibehê bi taybetî ji bo jinan ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê ve bi hevkariya Klûba Oz Kayapinar Belediye Sporê tê lidarxistin, bi eleqeyeke mezin berdewam dike. Ev proje ku bi armanca teşwîqkirina jinan bo jiyaneke tendurist û çalak hatiye destpêkirin, bi awayekî serkeftî didome.
Xebat bi taybetî li Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê û li parkên cuda têne pêk anîn. Jinên beşdar, bi rêberiya antrenorên pispor sporê dikin. Berpirsiyaran derbarê xebatê de diyar dikin ku: “Bi saya spora ku em li park û kompleksan dikin û bi hêza hevgirtina jinan, em van astengiyan derbas dikin. Jin bi şahî û tendurist dest bi rojê dikin.”
Ev proje bi taybetî ji bo jinên ku derfetên wan ên sporê kêm in hatiye sêwirandin û tê pêşkêşkirin. Beşdariya mezin a jinan nîşan dide ku ev xebat ne tenê tenduristiya laşî pêş dixin, lê her wiha hêzdana civakî û psîkolojîk a jinan jî bi xwe re tîne. Şaredarî plan dike ku van xebatên berfireh bike û bidomîne.
Şaredariya Peyasê careke din nîşan dide ku piştgiriya wekheviya zayendî û jiyaneke tendurist di pêşengiya xebatên xwe de bi tevlêbûna jinan a di her qadên jiyanê de teşwîq dikin da ku hevgirtinê xurttir bikin.







