Di bin berfê de xebata mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ tê kirin
- 15:08 29 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Tevî barîna berfê û hewa sar jî xebatên ji bo beşdariya mitînga “Hêvî û Azadiyê” li Amedê berdewam dike. Li Erxeniyê di bin barîna berfê de banga tevlibûna mitîngê hat kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 4'ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş yên ku zêdetirî 30 salan girtî man û bi salan bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî man, Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê di mîtîngê de biaxivin.
Banga beşdariya mitîngê
Li navenda Amedê û navçeyên wê tevî barîna berfê û hewa sar jî xebata ji bo mitîngê didome. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîkên û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê yên navçeyê tevî barîna berfê jî li dikandaran, qehwexaneyan û bazara sewalan geriyan û xelkê vexwendin mitîngê.







