Li dijî bê edaletiyê 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

  • 15:10 29 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinek Kurd ya xelkê Sineyê dijî binçavkirinê 8 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, jina Kurd ya bi navê Ezîze Muradiyan ya xelkê gundê Tengîser ya ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ku li girtîgeha Sine tê ragirtin, 8 roj in dijî bê edaletî û binçavkirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
Heman çavkaniyê ragihand ku Ezîze Muradiyan nexweş e, tevî rewşa tenduristiya wê xirabe jî ji dema hatiye binçavkirin ve nehatiye tedawîkirin.
 
Di derbarê ceza yan jî doza Ezîze Muradiyan de tu agahî nehatin parvekirin.
 
Hêjayî gotinê ye Ezîze Muradiyan di vê meha Kanunê de ji aliyê hêzên Îranê ve li cihê wê yê kar ya li Merîwanê, hatibû binçavkirin. Hêzên îstîxbarata Îranê di dema binçavkirinê de, li cihê kar lêgerîn kiribûn û gelek kel û pel desteser kiribûn.