Hejmara kesên bi çek 4 milyon derbas kir
- 09:02 30 Kanûn 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Civaknas Asli Taşdemîr Ozkan diyar kir ku zêdebûna çekdariya ferdî tundiya li dijî jin û zarokan kûrtir kiriye û got, "Jin û zarok herî zêde ji çekan bi bandor dibin."
Daneyên Weqfa Umut eşkere dikin ku heta 20’ê Îlona 2025’an, di 2414 bûyeran de li seranserê welêt 1578 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2225 kes jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku di 432 ji van bûyeran de alaten jêkirinê û di 1982 bûyeran de jî çekên agirîn hatine bikaranîn. Ev wêne nîşan dide ku çekdariya ferdî li Tirkiyeyê ne tenê bûye mijarek sûc, lê di heman demê de yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên kûrbûna hilweşîna civakî di salên dawî de ye.
Civaknas Asli Taşdemîr Ozkan li sedemên çkdariya ferdî û hilweşîna civakê nirxandin kir.
'Herî zede jin û zarok bi bandor dibin'
Asli Taşdemîr Ozkan destnîşan kir ku çekdariya ferdî pirsgirêkek e ku ji hêla zihniyeta baviksalar ve pêş dikeve û got, "Çekdariya ferdî ku bi gelemperî ji bo parastina xwe tê bidestxistin, niha ji bo nîşandana hêzê tê bi kar anîn. Gihîştina bilez û hêsan a van çekan û rastiya ku kesên çekên bê destûr li ser xwe digerinin bê ceza dimînin, ev helwest pêşve biriye. Jin û zarok herî zêde ji vê yeke bi bandor dibin. Çekên takekesî yên ku bêyî destûrên taybet têne bidestxistin encama polîtîkayên xelet ên hikûmetê ne. Ew helwest bi tevahî siyasî ye, zihniyetek ku civakê ber bi hilweşînê ve dibe ye. Ya girîng li vir ne tene çekdariya ferdî ye, lê armanca ku ew ji bo çi tê bikar anîn, li gorî çi pîvanan, ji bo kê û çawa tê bikar anîn pirsgirêk e."
'Çekên xeternak di 10 salên dawî de ji sedî 82 zêde bûne'
Asli Taşdemîr Ozkan diyar kir ku gihîştina hêsan a çekan û nebûna cezayên ji bo çekên bêdestûr ev belavbûn zêde kiriye û got, "Bi ya min, kesên ku daxwaza çekên ferdî dikin, divê pêşî razîbûna jinên xwe, dayikan, an xwişkên xwe bistînin - bi gotineke din, her jinek di malbatê de. Ji ber ku mêr çekan wekî hêz dibînin, lê jin nabînin; ew ji perspektîfek cûda lê dinêrin, ji ber vê yekê dayîna çekek bêyî razîbûna jinê ne guncaw e. Bêcezatî faktora herî mezin a kuştinên jinan, îstismara zarokan û çekdariya ferdî ye. Li Tirkiyeyê, kuştinên ku bi çekan têne kirin di 10 salên dawî de ji sedî 82 zêde bûne. Sedema vê yekê hilweşîna civakî ye. Hikûmet nikare polîtîkayekê pêş bixe, lê ew bi hin materyalan bala civakê dikişîne da ku mirovan li dijî hev sor bike."
'Ew bi rêya medyayê ciwanan teşwîqî biçekbûnê dikin'
Asli Taşdemîr Ozkan diyar kir ku bazirganiya çekan a neqanûnî li Wanê ji ber cihê wê yê li ser sînor zêde dibe û got, "Dewlet polîtîka û perwerdehiyê pêş naxe. Ew platformên ku jinan pêşeng dikin asteng dike û dema ku vê dike, civakê teşwîq dike ku li dijî hev were. Ev yek ji sedemên herî mezin ên eşîrtiyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilat e û ya din jî medya ye. Bi rêya medyayê nîşanî mirovan didin ku kes pir bilez dikarin xwe bigihînin çekan. Hin rêzefîlmên TV-yê li ser bingeha eşîrên li herêma Rojhilat û başûrê Rojhilat têne weşandin û ji van rêzefîlman qezenc tê bidestxistin. Ew di teşwîqkirina ciwanan ji bo bi karanîna çekan bi rêya medyayê de biser dikevin."
'Divê tu astengî li pêşiya tevgera rizgariya jinan neyên danîn'
Asli Taşdemîr Ozkan, tekez kir ku divê polîtîkayên bihêz û girêdayî, nemaze yên di derbarê mafên jin û zarokan de, ji bo pêşîgirtina li hilweşîna civakî werin bicîh kirin û got, "Divê tu astengî li pêşiya tevgera rizgariya jinan neyên danîn; gava ku pêşî li jinan were vekirin pirsgirêk dê bi xwezayî çareser bibe. Sînorkirinên cidî dikare li ser çekdariya ferdî bên kirin. Perwerde û mafên qanûnî amûrên herî girîng in ji bo şikandina vê çerxa tundiyê. Li deverên ku eşîrtî xurt e, hawîrdorek heye ku ji hêla zihniyeta mêran ve serdest e û li vir em bi rastiyek pir kûr û şokdar re rû bi rû ne ku jê re 'kuştinên serhildêr' tê gotin. Dema ku jin azadiya xwe dixwazin, biryarên xwe didin û di qada giştî, li kolanan, an li her deverek din de bi tevgera jinan re mijûl dibin, ev yek zihniyeta mêran ditirsîne. Ji ber ku jin êdî teslîm nabin; ew azad dibin. Ev wekî gef tê dîtin. Jinek ku dixwaze ji kesê pê re hatiye zewicandin veqete, an jî jinek ciwan ku ji ber ew li ber mêrekî serî natewîne dibêje 'na', ev helwest dikare bibe sedema kuştına wan.”
'Daxwazên jinan ji bo azadiyê wekî gef têne dîtin'
Asli Taşdemîr Ozkan diyar kir ku ev têgeh, bi taybetî tiştê ku jê re "kuştinên serhildêr" tê gotin, bi hatina modernîteyê veguheriye gotarek pir xeternak ku tundiya li dijî jinan rewa dike û got, "Ew bi eşkereyî ji jinan re dibêjin: Ger hûn teslîm nebin, ger hûn bêjin na, ger hûn hewl bidin ku biryarên xwe bidin, ev serhildanek e û ev sedemek ji bo kuştinê ye. Wekî civaknasek, ez difikirim ku di civakê de, jinên dixwînin, fêr dibin, ew dizanin ka meriv çawa dibêje na û ew dixwazin azad bibin. Ev yek ji zîhniyeta serdest a mêran re xweş nayê ji ber ku ew hîs dikin ku hêz û textê wan tê hejandin. Ji ber vê yekê ev kuştin berdewam dikin û ev pêkanîn her ku diçe rewa dibin. Mijara xwekuştinan jî mijarek pir kûr e. Welat di rewşek aborî ya pir xirab de ye; krîzên mezin ji ber polîtîkayên xelet ên dewletê çêdibin. Ev rewş herî zêde bandorê li mirovên herî xizan dike. Bêkarî pir belav e û ne tenê bandorê li jin an zarokan dike, di heman demê de bandorê li mêran jî dike. Ji ber rolên ku li ser mêran têne ferzkirin, wek mînak 'stûna malê', mêrên ku bêkar dimînin û nikarin pereyan bînin malê dikarin xwe bêhêz hîs bikin û ber bi xwekuştinê ve biçin.”
'Jin di nav rizîbûna cakê de pêş ve naçin’
Asli Taşdemîr Ozkan bal kişand ser encamên giran ên hilweşîna civakî, bi taybetî li ser jinan û rave kir ku çawa krîzên aborî, bavkisalari û polîtîkayên bêcezatiyê jinan ber bi tenêtî û bêçaretiyê ve dibin. Asli Taşdemîr Ozkan, diyar kir ku di şert û mercên ku jin nikarin xwe îfade bikin an jî bigihîjin mekanîzmayên piştgiriyê de, xwekuştin wekî rêyek rizgarbûnê tê ferzkirin û got, "Di nav hilweşîna civakî de, jin nikarin xwe pêş bixin, nikarin bigihîjin çavkaniyan, nikarin xwe îfade bikin û piştî demekê dikevin rewşek bêhêvî. Dema ku ew nikarin rêya xwe bibînin, mixabin ew ber bi xwekuştinê ve têne ajotin. Di civaka me de keçên ciwan jî hene ku nikarin xwe îfade bikin; yên ku rastî îstîsmarê tên û nikarin dengê xwe derxin, ji tirsan bêdeng dimînin. Ev rewş pir bi tundîtir tê jiyîn. Hin malbatên ku em bi wan re axivîn ev gotin: Keçek tê dîtin ku healekî wê yê xor heye, gef li wê tê xwarin ku 'ew ê ji malbata wê re bêjin' û keçik ji tirsan ber bi xwekuştinê ve tê ajotin. Ev bi rastî rastiyên pir xemgînin.”
‘Şopandina bi israr sûc nayê hesibandin'
Asli Taşdemîr Ozkan diyar kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê encamên giran li ser jin û zarokan bi xwe re aniye û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezatiyê tundiyê zêde dikin û ev tişt got: "Peymana Stenbolê bi hinceta ku 'yekbûna malbatê têk dibe' hate paşvekişandin, û piştî vê vekişînê, kuştin hîn bêtir zêde bûn ji ber ku êdî rê li ber wan nema. Niha, yekane parastina qanûnî ya ku jin dikarin pê bawer bin Qanûna Hejmar 6284 e, û em hewl didin ku bi wê re bijîn. Lêbelê, şopandin bi xwe sûcek e, û heke bi rêkûpêk bihata sepandin, gelek komkujî dikarîbûn werin asteng kirin. Lê qanûn nayên sepandin; ji ber vê yekê, giliyên jinên ciwan ciddî nayên girtin. Îkbal yek ji mînakên herî berbiçav ên vê yekê ye; wê ji ber şopandinê gelek caran ji bo alîkariyê serlêdan kir, lê giliyên wê hatin paşguh kirin û di dawiyê de ew hate kuştin. Gelek jin û keçên ciwan di vê rewşê de ne. Hewiha ji bo zarokan jî rewş bi vî rengî ye. Rewş ji bo zarokan jî ne cuda ye; tevî hebûna peymanên navneteweyî yên li ser mafên zarokan ji sala 1995’an vir ve, ev nayên bicîhanîn. Li Tirkiyeyê, tenê madeya 103 ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê wekî parastina zarokan di pratîkê de tê pêşkêşkirin. Wekî din, bi qasî ji %34’ê dozên îstismara di qonaxa dozgeriyê de têne betalkirin.”
'Ger em nikarin denge xwe bidin bıhîstin ev rizîbûna herî mezin e'
AsliTaşdemîr Ozkan, bal kişand ser binpêkirinên giran û polîtîkayên bêcezatiyê di pêvajoyên dadwerî yên li dijî zarokan de û diyar kir ku zarok û jin bi awayekî sîstematîk nayên parastin û got, "Raman û nêrînê zarokan bi tevahî têne paşguhkirin ji ber ku li hemberî kesên zordar zarokên di bin 18 salî de hene. Zarok bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin .Pirsgirêka herî mezin ev e ku ev sûc bi têra xwe qanûnî nabin û sûcdar bê ceza dimînin. Mêr dikarin piştî kuştina bê ceza bimînin. Ger ku em nikarin derkevin kolanan ev rizîbûna civakê ya herî mezin e.”







