Li Îranê meha kanûnê 96 kes hatin darvekirin
- 14:46 30 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya "Na ji cezayê darvekirinê re ya Rojên Sêşemê" diyar kir ku meha Kanûnê li Girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşhedê 96 girtî hatin darvekirin û cezayê darvekirinê li 2 girtiyên siyasî hatiye birîn.
Kampanya "Na ji cezayê darvekirinê re ya Rojên Sêşemê" di hefteya 101’emîn de ye. Bi vê wesîleyê kampanyayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di meha Kanunê de 96 girtiyên li girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşhed hatine darvekirin û hate gotin; "Li du girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navê Mehrab Ebdulzade û Yunis Bexşî, cezayê darvekirinê hatiye birîn."
Li gorî daxuyaniyê 2 roj in xelkê Tahranê dijî zordariya hikumetê li qadan e û hate gotin; "Ev xwepêşandan belavî gelek bajarên din jî bûye. Her wiha dewleta darveker, pêvajoya bêdengkirin û darvekirinê ya ji bo rêgirtina li raperînê berfirehtir kiriye."







